STENBOL - Di danişîna doza Atîlla Ozdogan û Ozlem Feza Sezer Bayram ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin de ji bo Ozdogan biryara “sekinandina teqîbatê” û ji bo Ozlem Feza Sezer Bayramê jî biryara beraetê hat dayin.
Danişîna ewil a doza Atîlla Ozdogan û Ozlem Feza Sezer Bayram ku di çarçoveya lêpirsîna der heqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin, li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Ozdogan û Ozlem Feza Sezer Bayram tevî parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî tev li bûn.
Ozdogan, di parastina xwe de diyar kir ku HDK avadaniyeke yasayî ye û hêj jî xebatên xwe didomîne. Ozdogan, daxwaza tehliye û beraeta xwe kir. Ozlem Feza Sezer Bayram jî got ku HDK’îbûn sûc nîne û beraeta xwe xwest.
Parêzeran jî gotin ku xebatên HDK’ê sûc nînin daxwaza tehliye û beraeta miwekîlên xwe kirin. Dadgehê ji bo Ozlem Feza Sezer Bayramê biryara beraetê û ji bo Ozdogan jî biryara “sekinandina teqîbatê” da.