STENBOL- Malbatên şehîdên çapemeniya azad ku beriya merasîma Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter serdana Yenî Yaşamê kirin, peyama "Bila her kes zanibe ku em ê bi ser bikevin" dan.
Beriya 32'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad, malbatên xebatkarên Çapemeniya Azad ên jiyana xwe ji dest dan, serdana ofîsa rojnameya Yeni Yaşamê ya li Beyoglû ya Stenbolê kirin.
Malbatên ku di dema serdanê de axivîn, peyama "Wekî malbat, em ê tu carî nehêlin kêfa dijmin bê. Em li vir bi rastî dibînin ku pênûsên zarokên me neketine erdê. Zarokên me rûmeta me ne. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin" dan.
Malbatan her wiha bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê ji bo ber bi aştiyê ve biçe.
'CÎHAN Û NAZIM RÛMETA ME NE'
Mehmet Alî Daştan, bavê Nazim Daştan ê rojnamevan ku di 19'ê Kanûna 2024'an de di êrişa SÎHA'yê de hat hat qetilkirin got: "Me sozek da xwe. Her çend cîhan bi ser me de hilweşe jî, em ê dîsa rabin ser pêyan. Bila her kes zanibe ku em ê bi ser bikevin. Em ê dest ji vê pêvajoyê bernedin. Em ê şehîd Apê Mûsa û bi taybetî şehîdên xwe ji bîr nekin. Em ê wan her tim bi bîr bînin. Şehîdên me, Nazim û Cîhan, rûmeta me ne."
Xelat dê bi merasîmekê ku dê saet di 18:00'an de li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoyê bê lidarxistin û radestî xwediyên wan bên kirin.