NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê komkujiya hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Dêr Hafirê kirî şermezar kir û got ku kesên jin û zarokan qetil dikin nikarin pêşeroja Sûriyeyê ava bikin.
Çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê roja şemiyê (20 Îlon 2025) gundê Um Tîna yê bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê topbaran kiribû û di encamê de 7 sivîl hatibûn qetilkirin û 4 jî birîndar bûbûn. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî komkujiyê daxuyanî da û komkujî şermezar kir.
Di daxuyaniya TEV-DEM´ê de wiha hate gotin: “Di şeva 20’ê Îlona 2025’an de komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê û yên bi piştevaniya dewleta Tirk li dijî sivîlên gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê yê rojhilatê Helebê komkujiyek hovane pêk anîbû. Koman bi dronan û dûre topan malên welatiyên gund hedef girtin. Bi wê re di nav de zarok û jin 7 kes şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. Aliyên komkujî kiriye bi vê yekê nekirin, bi lez Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tawanbar kir ku ew li pişt van topbaran in. Tevî ku gundê Um Tîna di herêmên bin kontrola HSD’ê de ye."
‘EV ZIHNIYET JI BO FERZKIRINA AJANDAYA XWE DIKARE HER TIŞTÎ BIKE’
Daxuyanî wiha domiya: “Bê guman em der barê pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan ji hêla van koman ve matmayî neman, ji ber ku komkujiyên dişibin vê li Efrînê, Girê Spî, Serêkaniyê, li dijî Elewiyan û Durziyan jî kiribûn. Dêr teqandin. Van koman careke din, destpêkê ji gelê Sûriyeyê re û dûre ji cîhanê re, îsbat kir ku di oxira ferzkirina zihniyet û ajandeyên xwe yên tundraw de ew ê her tiştî bikin."
TEV-DEM’ê, di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: “HSD’ê ya ku li qadên şeref û rûmetê dîrok şahideya wê herî zêde girîngiyê dide parastina sivîlan. HSD’ê di bingeha avakirina xwe de ji bo paratina tevahî pêkhateyan e, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhan ji terorê rizgar kir.
DIVÊ HESAB WERE PIRSÎN
Komkujiya li dijî sivîlên gundê Um Tîna şermezar dikin û em bang li gelê Sûriyeyê, civata navneteweyî û saziyên eleqedar dikin ku van komên destê wan di xwîna Sûriyeyiyan ji Kurd, Ereb û Suryan, tevahî ol û mezheban de heye aşkera bikin û hesab ji wan bixwazin.
BANG LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ KIR
Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku ber berpirsiyartiyên xwe rabin, piştgiriyê bidin HSD’ê û ezmûna demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî ji bo tevahî Sûriyeyiyan were avakirin. Kî zarok, jin û sivîlan qetil dike, pêkhateyan dike armanc û bi hêzên herêmî gefan li gelê xwe dixwe nikare Sûriyeyek nû ava bike, lê belê ji nû ve dîktatorekî din ava dike, zordarî û dûrxistinê pêk tîne.”