AMED – Li Amedê li ser rêya Bûlwara Turgut Ozalê, wesayîta polîsên sivîl, li welatiyê bi navê Fatîh Polat qelibî. 
	Li ser rêya Bûlwara Turgut Ozal a Amedê, wesayîta polîsên sivîl a bi lez dihat, li welatiyê bi navê Fethî Polat qelibî ku dixwest derbasî wî aliyê rê bibe. Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polat ku bi giranî birîndar bû, piştî mudaxileya ewil ew rakirin nexweşxaneyê. 
								