Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin

  • rojane
  • 15:01 13 Kanûn 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li pênc bajaran çalakî li dar xistin û li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin. 
 
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê hatin cem hev û li aqûbeta windayan pirsîn, daxwaza darizandina kiryaran kirin. 
 
AMED
 
Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 879'emîn de çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Atîlla Korkmaz hate pirsîn.
 
Ewil rêveberî Odeya Bijîşkan a Amedê Muhammet Cam axivî û diyar kir ku ev çend hefteye li vir xizmên windayan li aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Mehmet Cam anî ziman ku îro behsa aştiyê tê kirin lê divê di serî de aştî bê vê qadê.
 
Paşê Rêvebera ÎHDa Amedê Berfîn Elçî axivî û diyar kir ku Atîlla Korkmaz dema hat windakirin 27 salî bû û li Amedê dijiya û got: “Li navçeya Rezanê ya Amedê marketekê Atîlla Korkmaz hebû. Di 8'ê Kanûna 1996'an de dema li marketê bû 3 polîsên sivîl hatin û gotin îfada te heye. Paşê Atîlla Korkmaz li wesayita bi plakeya 21 SV 545 siwar kirin û li gel xwe birin. Piştî ve bûyerê tu agahî ji Atîlla Korkmaz nehat girtin. Li gorî çavkaniyan di heman rojê de dema Atîlla diçû bankayê kesên sivîl wî dişopandin. Piştî hatiye marketê jî hatiye binçavkirin.”
 
Berfîn Elçî destnîşan kir ku hevsera Atîlla Korkmaz, Rasîme Korkmaz û bavê wî Necmettîn Korkmaz li serî dadgeh û dozgeriyê daye lê tu encam negirtiye û wiha axivî: “Di 2'yê Çileya 1997'an de Midûrê Emniyeta Amedê lli malbata Korkmaz digere û dibêje li Semsûrê 2 cenaze hatine dîtin û li gorên bêkesan hatine veşartin. Mamê Atîlla Korkmaz, Azmî Korkmaz diçe cenazeyê Atîlla Korkmaz teşhîs dike. Kesên ku li gel Atîlla Korkmaz hatibû dîtin jî Mahmut Onerari yê ku ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û windakirin. Di vir de jî derdikeve holê ku Atîlla Korkmaz û Mahmut Onerari piştî hatine binçavkirin, hatine înfazkirin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Şaxa ÎHD a Êlihê û xizmên windayan di hefteya 715'emîn a çalakiyên xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Çalakiya vê hefteyê li ser berpirsên kuştina Taybet Înan sekinî ku di roja 5'emîn a qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû îlankirin de hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû.
 
Çîroka Taybet Înanê ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Huseyîn Elçî ve hate xwendin. Elçî çîrokê bi devê kurê Taybet Înanê, Mehmet Înan vegot. Çîrok wiha ye: "Dema ku dêya min cara yekem hat gulebarankirin, wan agahî da me û em ber bi wir ve çûn. Berî ku em bigihîjin, apê min hewl da ku biçe, lê wan ew jî gulebaran kir. Dema ku ez gihîştim wir, cîran apê min hildigirtin. Min got, 'Dêya min,' û wan got, 'Ew li kolanê maye.' Min xwest biçim, lê nehiştin. Ez giriyam û giriyam û giriyam. 'Dêya min li nîvê kolanê ma, tenê wisa. Di destpêkê de, ew hinekî tevgeriya, paşê bi derbasbûna demjimêran, tevgerên wê kêm bûn. Me gazî her kesî kir; parlamenter, qeymeqam, walî... Me got, 'Ji kerema xwe van qijikan dûr bixin, ew miriye, lê bila em cenazeyê wê bibin.' Dêya min çi hîs kir? Dilê wê pir êşiya. Me qet bilêv nekir ku hez çi ye, lê hembêzkirineke wê hebû, berberî cîhanê bû; bi hezaran gotin nikarin wê hezê vebêjin. Dayika min tam heft rojan li kolanê ma. Kes ji me nikaribû razê, ji tirsa ku kûçik bên an çûk li ser wê deynin. Ew li wir ma, em 150 metre dûrî wê dimirin… Heft rojên dirêj, heft şevên bêdawî di sermaya zivistanê ya dijwar de. Tiştê herî bi êş ew e ku meriv nizane çend demjimêran birîndar maye. Xwezî ew tavilê bimira. We dêya min kuşt."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
RIHA
 
Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ber Navenda Kirrûbirrê ya Novada Parkê bi boneya hefteya 63'yemîn a çalakiyên xwe yên bi dirûşmeya "Bil winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla rêveberê ÎHD'ê Enes Milli ve hat xwendin. Di çalakiya vê hefteyê de li ser Ahmet Kalper sekinî ku di 7'ê Kanûna 1993'yan de ji nanpêjxaneya xwe ya li Sêweregê ya lê dixebitî bi zorê hatibû revandin.
 
Millî destnîşan kir ku Mustafa Kalper, birayê Ahmet, daxwazname ji gelek saziyan re nivîsandiye lê bersivek negirtiye û got: "Hefteyek şûnde, ji bo nasnameyê cenazeyek ku di bin pirekê de hatibû dîtin nîşanî me dan. Bê guman, nasname pir dijwar bû; cenaze nedihat naskirin û ew ne Ahmet bû. Çarenûsa Ahmet hîn jî ne diyar e, hîn jî tê veşartin. Di wê heyamê de, li Sêwreg, Curnê Reş, Wêranşar û Serêkaniyê mirov bi awayekî sîstematîk hatin revandin û kuştin; sûcdar hatin parastin. Ahmet jî qurbanê vê polîtîkayê bû."
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD ya Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 205'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa "Bil winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan daxwaza hesabpirsîna ji kiryarên kuştina Mehmet Reşît û Veysel Îşbilir kirin ku di 6'ê Kanûna 2013'an de hatin kuştin.
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê Ozan Akbaş ku daxuyanî xwend, got: "Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr ku li Geverê dijiyan, çûn karên xwe yên asayî, karê metal û tamîrkirina wesayîtan. Daxuyaniya çapemeniyê hatibû plankirin ji ber ku nûçeya ku goristanên li navenda bajêr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû texrîbkirin, niştecihên bajêr aciz kiribû.
 
Derdorê saet 3'yê piştî nîvro, ap û birazê ku nû karê xwe qedandibûn, ji bo beşdarbûna civîna çapemeniyê derketin rê. Di 6'ê Kanûna 2013'an de, di dema civîna çapemeniyê de ku girseyeke mezin lê kom bûbû, polîsan bêyî hişyariyekê bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk mudaxile kir. Di navbera kesên direviyan û polîsan de alozî derket. Di cih de piştî vê yekê, tîmên tevgera taybet ên polîsan bi çekên lûledirêj gule li girseyê reşandin." 
 
Akbaş bi bîr xist ku Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr di encama gulebaranê de bi giranî birîndar bûne û got: "Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr ku dema birîndar bûn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, li ser nivînan îşkence li wan hat kirin. Pace û deriyên odeyên dermankirinê yên nexweşxaneyê hatin şikandin û yên ku çûn nexweşxaneyê îşkence li wan hat kirin. Piştre, ap û birazê wan ji ber birînên çekan mirin. Cenazeyên wan ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê ya Dursun Odabaşi. Di rapora otopsiyê ya pêşîn de hat destnîşankirin ku Mehmet Reşît Îşbîlîr ji 6 birînên çekan û Veysel Îşbîlîr jî ji 2 birînên çekan mir. Di lêpirsîna ku hat destpêkirin de, îfadeyên 6 polîsan hat girtin û piştî 6 mehan hatin girtin. Di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye. Çarenûsa Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr ên ku hatin kuştin nayê zanîn û berpirsiyar nehatine eşkerekirin." 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD ya Îzmîrê li ber avahiya Sumerbank a Kevn a li Konakê çalakiya xwe ya duhefteyî berdewam kir. Di çalakiyê de ku pankartên bi nivîsên "Winda meseleya wijdanê ne, ji bo wan rabin ser pêyan" û "Winda diyar in, kiryar li ku ne?" hatin vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Rêvebera Şaxa ÎHD ya Îzmîrê Hatice Erdogan ve hat xwendin.
 
Hatice Erdoganê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr (44) pirsî ku di 26'ê Kanûna 1997'an de li Amedê ji aliyê kesên çekdar ve li otomobîlekê hat siwarkirin, winda bû.
 

Sernavên din

21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin