STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 82'yan de, li aqûbeta Nîhat Aydogan ê 31 sal berê di bin çavan de hat windakirin pirsin û "edalet" xwestin.
Dayikên Şemiyê, ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û daxwaza darizandina sûcdaran bikin, cara hezar û 82'yan li hev civiyan. Çalakvanên ku vê hefteyê jî qurnefîl û wêneyên kesên ku hatine kuştin û windakirin hilgirtin, li Aqûbeta Nihat Aydogan ku di binçavan de hat windakirin, pirsîn. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û daxuyaniya çapemeniyê ji hêla endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yoleriyê ve hate xwendin.
'NÎHAT AYDOGAN LI KU YE?'
Gulseren Yoleriyê bi daxwaza eşkerekirina rastîyê û cezakirina berpirsên giştî yên kuştinê, li aqûbeta Nihat Aydoğan ku piştî binçavkirinê winda bû, pirsî. Gulseren Yoleriyê got: "Nihat Aydoğan ê 39 salî li Gundê Doğançay ê navçeya Midyadê ya Mêrdînê dijiya. Li ser gundiyên ku pergala cerdevaniyê qebûl nedikirin zextek giran dihat kirin. Nihat Aydoğan ku berê hatibû girtin, îşkenceya giran lê hatibû kirin û hatibû berdan, di bin gefên hêzên ewlehiyê de dijiya."
Gulseren Yoleriyê diyar kir ku Nihat Aydoğan di 30'ê Mijdara 1994'an de li mala xwe bi lêdanê hatiye binçavkirin û got: "Rayedaran ji malbata Nihat Aydoğan re gotin ku ew nêzîkî 20 roj piştî binçavkirinê ew sewqî dozgeriyê hatiye kirin û piştî ku îfadeya wî hatiye girtin, hatiye berdan. Li ser vê hevjîna wî Halîme Aydogan bi daxwaznameyê serî serdozgeriyê dide. Lê dozgerî jê re dibêje hevjînê te çûye çiyê û careke din neyê vir. Piştî bi salan Nîhat Aydogan di qeydên nifûsê de mirî qeyda wî hat kirin."
Gulseren Yoleriyê diyar kir ku hemû serlêdanên ku ji hêla malbata Aydoğan ve hatine kirin bêbandor mane û tu lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û wiha got: "Piştî serlêdanek nû ya bi rêya Komeleya Mafên Mirovan a derbarê windabûnên li Midyadê, tevî Nihat Aydoğan, Dozgeriya Komarê ya Midyadê raporek amade kir. Lêbelê, dozgeriyê dosya bi daxwaza girtinê ji Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şand, bi îdiaya ku derbarê windabûnê de tu agahî tune ye."
Gulseren Yoleriyê, bal kişand ser wê yekê ku Nihat Aydoğan di bin parastina dewletê de winda bûye û ji bo lêpirsînek bi bandor daxwazên jêrîn rêz kir: "Divê rayedarên pêwendîdar erka xwe bi cih bînin. Eqûbeta Nihat Aydoğan zelal bikin û piştrast bikin ku lêpirsîn û darizandinek bi bandor li dijî rayedarên giştî yên berpirsiyarê bûyerê dê bê kirin."
Piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê ji bo bîranîna windayan hatin danîn, çalakî bi dawî bû.
