ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di hevdîtinên budçeyê de axivî û got: “Avakirina pêwîstiyên hiqûqî yên pêvajoyê, berpirsyartiya hevpar a parlamento, hemû saziyên siyasetê, îktîdar û dewletê ye. Aqilê dewletê, divê bi aqilê siyaset û hiqûqê re bibe yek.”
Hevdîtinên têkildarî hemû Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an ên li Lijneya Giştî ya Meclisê didomin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di hevdîtinan de axivî û got ku di nava 24 salan de çi budçeyên AKP’ê amade kirin pirsgirêk çareser nekirine. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, diyar kir ku xwest pirsgirêkên kesên kêmtirîn mûçeyê digirin, teqawid, jin, kedkar, ciwan, zarok, astengdar û hemû veşên civakê bên çareserkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got ku budçe bi bacan tên kirin lêbelê ne pirsgirêkên gel lê yên sermaye û alîgirên îktîdarê tên çareserkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, da zanîn ku dê di tevahiya salê de 16 trîlyon bac were komkirin û wiha domand: “Dê welatî rojane 43 milyar lîre, di saetê de milyarek û 800 milyon lîre, di deqeyê de jî 30 milyon lîre û di saniyeyê de jî 500 hezar lîreyan bacê bidin. Ji her welatiyekî bac tê standin. Di qaseya gel de xizanî heye, di qaseya TUÎK’ê de jî reqemên berevajîkirî. Li Tirkiyeyê ji her 10 kesan 6 kes deyndar e. Ji ber ku pereyê we ne ji bo cotkar û kedkaran, ji bo balafirên we yên şer diçe.”
'TEŞWÎQKIRINA CÎNAYETÊN JINA YE’
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser budçeya Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî û got: “Ji bo bihêzkirina jinan, rojane tenê 51 qirûş ji jinan re hatiye veqetandin. Ev, tabloyeke şermê ye. Pêşeroja vî welatî ne di pergala jin tên qetilkirin û keda wan tê xwarin de ye; di civaka jin tê de azad de ye. Ev tabloya heyî, bi awayekî aşkera teşwîqkirina cînayetên jina ye.”
'LI SER NEKWEHEVIYÊ HATIYE AVAKIRIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got ku budçe li ser newekhevî û bêedaletiyê hatiye avakirin û got: “Li hemberî mafên hemwelatiyan ên sereke, li dijî çand, bawerî û nasnameyan nêzikatiyeke cihêkar heye. Dema bac tên komkirin ferq û cudahî nayê kirin lê dema tê parvekirin cihêkarî tê kirin.”
BAL KIŞAND SER GIRTÎGEHAN Û BIRYARÊN NEHATIN CÎBICÎKIRIN
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, îşaret bi bicihneanîna biryarên DMME û AYM’ê kir û xwest girtiyên siyasî bên berdan. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got ku bi hezaran girtî bi awayekî neheq tên ragirtin, girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û bi zexta poşmaniyê rejîma îtaetê tê avakirin. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, xwest divê di budçeyê de, di siyaset, girtîgeh, kolan û di her qada jiyanê de edalet pêk bê.
'CIHÊ ÇARESERIYÊ MECLIS E’
Di berdewama axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser pêvajoya heyî û got komîsyona hatiye avakirin, qebûlkirina rastiyeke bi sala ye hatiye vehêlandin e. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got ku bi sala ye dibêjin navnîşana çareseriyê Meclis e û ev tişt anî ziman: “Serdana şandeya komîsyonê ya Îmraliyê, gavekî dîrokî ye. Pêvajoyên aştiyê, ne bi tunehesibandina aktorên aştiyê, bi qebûlkirina heqîqetê pêş dikevin.”
'DIVÊ EM BI HEV RE ÇARESER BIKIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, bi lêv kir ku heke bixwazin bi hev re bijîn divê bi hev re çareser bikin û wiha pê de çû: “Cihê ku aqilê dewletê û yê siyasî-civakî digihije hev tam jî ev der e. Divê em êdî bersiva vê pirsê bidin; dê li şûna vê pêvajoya şer a bi dawî dibe kîna serdem cih bigire? Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirkiye nikare azad û demokratîk bibe.”
PÊDIVIYA BI PEYMANA CIVAKÎ
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got ku ji bo demokratîkbûnê hewcehî bi çêkirina peymaneke nû ya civakî ku xwe dispêre mafan; xurtkirina zemîna siyaseta demokratîk, misogerkirina hemwelatiya wekhev a hemû nasname, bawerî û çandan, verastkirina hemû qanûnên pêşiya azadiyan digirin, misogerkirina perwerdeya bi zimanê dayikê, bidawîkirina rejîma qeyûm, misogerkirina jiyaneke civakî ya xwe dispêre wekheviya zayendan, darazeke bêalî û serbixwe, bi misogerkirina mafên azadiya xweîfadekirin û fikrî, rêxistinkirin û parvekirineke adilane heye.
DIVÊ MISOGERIYEKE HIQÛQÎ HEBE
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got ku ji bo aştiyeke mayinde û demokrasiyeke xurt, hewceye jiyaneke hevpar û wekhev bi hiqûqê were misogerkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got ku hêj niha jî Kurd û Elewî li derveyî çarçoveya hiqûqî tên girtin û xwest ev rejîm biguhere û zemîna peymana civakî were xurtkirin. Bi domdarî got: “Ji bo qonaxa duyemîn em niha di kêliyeke nû de ne. Dê komîsyon di rojên pêş de rapora xwe temam bike. Avakirina bingeha hiqûqî ya vê pêvajoyê, berpirsyartiya hevpar a parlamento, hemû saziyên siyasetê, îktîdar û dewletê ye. Divê aqilê dewletê bikare bi yê siyaset û hiqûqê re bibe yek. Divê em li gorî pêdiviyên 86 milyon welatiyan tevbigerin. Partiyên siyasî û îktîdar demkî ne lê aştî û jiyaneke demokratîk mayinde be. Her ku pêvajo pêş dikeve, dê derdorên dijberiyê dikin jî tune bibin.
Madem dê pêvajoya şer û pevçûnan êdî bi awayekî jêneveger bi dawî bibe, wê demê divê rejîma heyî jî di her qadê de biguhere. Divê nêzikatiyên jiberkirî bên terikandin û hemleya demokratîkbûna topyekûn were destpêkirin. Mifteya esasî ya dema pêş, aqilê aştiyê ye, aqilê çareseriyê ye. Dema wê ye ku êdîji gotinê derbasî pratîkê bibin.
Bi mayindebûna aştiyê re dê Tirkiye bibe stêrka herêmê. Têkiliyeke rast a bi miletên cuda re dê bi Tirkiyeyê û herêmê bide qezenckirin. Armanca komareke demokratîk e ku aştî, aramî, demokrasî û azadî lê bicih bûne.”
