RIHA - Li gorî daneyên Baroya Rihayê û AYHED’ê, li bajêr di 21 mehan de li hezar û 260 jinan tundî hatiye kirin û 859 zarok jî hatine îstîsmarkirin.
Li gorî daneyên projeya "Pêşxistina kapasîteya têkoşîna hiqûqî ya li dijî binpêkirinên mafên mirovan li herêma Rihayê" ku ji aliyê Baroya Rihayê û Komeleya Gihîştina Mafê Darizandina Adil (AYHED) ve bi hevkariya Delegasyona Yekitiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê tê birêvebirin; li Rihayê di sala 2024’an û 9 mehên destpêkê yên 2025’an de bi giştî hezar û 260 jinan tundî dîtine û 859 zarok hatine îstîsmarkirin. Dane ji aliyê "Komîteya Mafên Zarokan" a ku li ser cînayet û îstîsmarkirina zarokan dixebite, "Komîteya Mafên Jinan" a ku li ser tundiya li dijî jinan, cînayetên jinan û sûcên zayendî dixebite, "Komîteya Mafên Mirovan 1" a ku tundî û kiryarên xirab lêkolîn dike û "Komîteya Mafên Mirovan 2" a ku li ser sûcên nefretê yên li dijî komên vederbûyî dixebite, hatine komkirin.
Parêzer Gokhan Dayik ê ku di projeya li Rihayê tê birêvebirin de wekî pisporê şopandin û arşîvkirina binpêkirina mafan dixebite, diyar kir ku armanca wan a pêşîn avakirina pergala arşîva dîjîtal li Rihayê ye. Dayik anî ziman ku ew hewl didin hemû binpêkirinên mafan ên li bajêr di li ser dîjîtalê biparêzin û bi awayekî sîstematîk qeyd bikin. Dayik destnîşan kir ku di çarçoveya projeyê de ew ê perwerdeyê bidin rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr û ragihand ku komîteyên di bin 4 sernavên sereke de hatine avakirin, raporan amade dikin. Dayik diyar kir ku daneyên komîteyên ji bo lêkolînê hatine avakirin ji şopandina medyayê, serlêdanên ji bo rêxistinên civakî yên sivîl û agahiyên ji komîsyonên jin, zarok, penaberî û mafên mirovan ên Baroya Rihayê pêk tên û destnîşan kir ku di her komîteyê de 10 parêzer hatine wezîfedarkirin.
'LI HEZAR Û 260 JINAN TUNDÎ HAT KITIN, 9 JINAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
Dayik derbarê xebatên Komîteya Mafên Jinan de got: "Di encama xebatên Komîteya Mafên Jinan de, me tespît kir ku di sala 2024’an de li dijî jinan 708 bûyerên tundiyê pêk hatine. Di 9 mehên destpêkê yên sala 2025’an de jî me tespît kir ku 552 jinan sûd ji malên stargehê yên jinan wergirtine. Di sala 2025’an de em bi temamî ji hemû bûyerên tundiyê agahdar nebûne, lê 40 bûyerên ku me bi xwe dişopandin çêbûn. Di van 40 bûyerên tundiyê de 9 jinan jiyana xwe ji dest dane."
'859 BÛYERÊN ÎSTÎSMARKIRINA ZAROKAN RÛ DAN'
Dayik derbarê xebatên Komîteya Mafên Zarokan de jî ev agahî parve kirin: "Me tespît kir ku ji Çileya 2024’an û vir ve 859 bûyerên îstîsmarkirina zarokan qewimîne. Me ev dane ji ser wezîfedarkirinên ji aliyê Baroya Rihayê ve hatine kirin bi dest xistin. Ji van 859 bûyeran, 224 jê bi biryara neşopandinê bi encam bûne. Di lêkolînên me yên li ser 23 dosyayên ku di dîrokên cuda de ne û me hilbijartine de; me dît ku ji bo 8 dosyayan bi hinceta ku 'gilî nehatiye kirin', ji bo 9 dosyayan ji ber nebûna ehliyeta cezayî û ji bo 4 dosyayan jî ji ber kêmasiya delîlan biryara neşopandinê hatiye dayîn."
Dayik anî ziman ku ew hewl didin bûyerên îşkence û tundiya li dijî zarokan ji nêz ve bişopînin û wiha pê de çû: "Di vê pêvajoyê de me tespît kir ku li navçeya Hewagê li hemberî zarokekî îşkence hatiye kirin û di encama vê îşkenceyê de zarok jiyana xwe ji dest daye. Dîsa li dibistanekê bûyereke ku xizmetkarê dibistanê cixare li ser laşê xwendekarekî vemirandibû qewimî. Ev bûyer di raya giştî de belav bû, lê bi giştî tespîtkirina bûyerên tundiyê yên li ser zarokan zehmet e. Em xebatên xwe yên di vê mijarê de didomînin."
'JI ALIYÊ HÊZÊN EWLEHIYÊ VE 80 BÛYERÊN ÎŞKENCEYÊ PÊK HATIN'
Dayik xebatên Komîteya Binpêkirina Mafên Mirovan 1 a ku li ser îşkence û kiryarên xirab dixebite jî vegot û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tişta ku em jê re dibêjin îşkence û kiryara xirab, ew kiryar in ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yan jî erkdarên cemaweriyê ve li dijî welatiyan tên kirin. Ango rewşeke wekî welatiyek îşkenceyê li welatiyekî din bike nîne. Jixwe di qanûnê de ev rewş ne wekî îşkence, wekî 'azar' tê pênasekirin. Ji sala 2024’an û vir ve nêzî 80 bûyerên îşkence û kiryara xirab ên ku me tespît kirine hene. Ev doz hêj bi encam nebûne."
Dayik diyar kir ku xebatên Komîteya Binpêkirina Mafên Mirovan 2 ya ku li ser binpêkirinên mafan ên li dijî komên hatine vederkirin dixebite berdewam dikin û ew ê daneyên vê mijarê di raporên ku dê di pêvajoya pêş de biweşînin.
ENCAMÊN XEBATÊ DÊ WEKÎ 4 RAPORAN JI RAYA GIŞTÎ RE BÊN AŞKERAKIRIN
Dayik destnîşan kir ku ew ê di encama xebata xwe ya ku bi giştî dimeşînin de 4 raporên cuda amade bikin û encaman bi raya giştî re parve bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em dixwazin di encama vê xebatê de ji bo binpêkirinên mafên mirovan çareseriyan biafirînin. Bi tespîtên ku em ê bikin, em ê nîqaş bikin ka em dikarin van binpêkirinan çawa kêm bikin."
MA / Omer Akin
