ŞIRNEX - Piştî biryara beraetê ya ji bo Burak Ercan ê li Cizîrê zêdetirî 30 xwendekar îstîsmar kiribû, îcar jî derket holê ku Serdal Os îstîsmara zayendî li 23 xwendekaran kiriye. Nûnerê Egîtîm Senê yê Cizîrê Firat Saygi, got ku heke Burak Ercan bihata cezakirin belkî 23 xwendekarên din rastî îstîsmarê nehatina.
Kesê bi navê Serdal Os (49) ku li Dibistana Amadehî ya Pîşeyî û Teknîkê ya Anadoluyê ya Selahattîn Eyyubî ya Cizîr a Şirnexê mamostetî dikir, îstîsmara zayendî li 23 xwendekaran kir. Faîl Serdal Os, beriya 19’ê Kanûnê bi şertê kontrola edlî hate berdan. Piştî ku bûyer di raya giştî de hat parvekirin, dîsa hate binçavkirin û îcar hate girtin. Di 5’ê Kanûnê de xwendekarekê serî li îdareya dibistanê da û li ser vê yekê lêkolîn hate destpêkirin û bûyer derket holê. Di 18’ê Kanûnê de jî 7 xwendekaran li emniyetê serlêdana sûc kirin. Di sala 2019’an de jî derket holê ku Cîgirê Midûrê Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Navendî Burak Ercan tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiriye û di 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de hatibû beraetkirin.
Nûnerê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yê Cizîrê Firat Saygi diyar kir ku polîtîkaya necezakirinê cisaretê dide faîlan. Saygi, diyar kir ku piştî bûyera îstîsmarê derketî holê, bi malbatên xwendekaran û parêzerên wan re pêwendî danîne û got: “Piştî xwendekar îstîsmara hatiye kirin bi rêveberiya dibistanê re parve dike, ew jî delîlan şênber dikin û serî li meqamên edlî didin. Qeydên deng, dîmen û hêmayên din ên sûc didin wan.”
'DI LÊGERÎNA MALÊ DE DELÎL HATIN BIDESTXISTIN’
Saygi, da zanîn ku faîl ji ewil tê binçavkirin lê piştre tê berdan û got: “Piştre dîsa hate binçavkirin û girtin. Ji bo berdana ewil îdia kirin ku delîlên şênber tune ne. Lê di lêgerîna malê de delîlên şênber hatin bidestxistin û hate girtin. Burak Ercan jî îstîsmara zayendî li dehan zarok kir. Ev îstîsmar şênbr bû lê ji hêla hin kesan ve hate parastin. Hevalên me yên ew îstîsmar derxistin holê hatin terorîzekirin. Burak Ercan hate parstin. Divê tu gumanbarên di bûyerên îstîsmarê de neyên parastin. Di reşkirina delîlan de her saniyeyek girîng e.”
'DIVÊ HER KES BERTEK NÎŞAN BIDE’
Saygi, got “Heke Burak Ercan bihata cezakirin belkî jî bûyerekî wiha nediqewimî” û axaftina xwe wiha qedand: “Dema bûyera Burak Ercan derketî holê, hem cîgirê midûr bû hem jî nûnerê sendîkayê yê dibistanê bû. 15 roj piştî bûyerê mifetîş çû dibistanê. Midûriyeta Perwerdeyê wê demê pir giran tevgeriya. Dozgerê demê sînor danî ser daxwaznameyên xwendekaran. Vê jî cisaret da faîlan. Qanûnên di destûra bingehîn de yên ji bo parastina zarokan têr nakin. Ev tevek jî cisaretê didin faîlan. Divê her kes bertek nîşanî van bûyeran bide. Cihê xemgîniyê ye ku bi dehan xwendekar rastî îstîsmara zayendî hatine lêbelê tenê Egîtîm Sen dengê xwe dike. Divê sendîkayên perwerdeyê bêdeng nemînin û bertek nîşan bidin. Em ê her tim li dijî destên qirêjî yên dirêjî zarokan tên kirin bisekinin.”
MA / Emrullah Acar
