AMED - Hunermendan diyar kir ku bi girseyî derbasbûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” dê destê Abdullah Ocalan jî bihêztir bike û banga tevlibûna mitînga 4’ê Çileyê kir.
Platforma Sazadiyên Demokratîk, dê di 4’ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mitînga “Hêvî Azadiyê” li dar bixe. Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û siyasetmedara Kurd Leyla Zana di mitîngê de biaxivin.
Yekitiya Hunermendên Kurd, banga tevlibûna mitîngê kir.
Hunermend, têkildarî mitîngê ji ajansa me re axivîn û gotin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, ji bo aştiyê şert e. Huınermendan got: “Em ji gundan, ji taxan ji navçeyan biherikin qada mitîngê. Em bikin ku birêz Ocalan azad bibe. Em qadê tije bikin û destê birêz Abdullah Ocalan xurt bikin. Em banga tevlibûnê li tevahiya gel dikin. Ji bo aştiyek birûmet em tevek bi hev re tevbigerin û li qadê bin. Ji bo ‘mafê hêviyê’ were cîbicîkirin em qadê tije bikin. Weke hunermendan em ê pêşengtiya gel bikin û ji bo dagirtina qadan têbikoşin.”
