Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin

  • rojane
  • 15:38 28 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di bîranînan de hat xwestin ku faîlên wê bên girtin û darizandin. 

Balafirên dewleta Tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de şêniyên gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 19 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin. Bi boneya sala 14’emîn a komkujiyê, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn. 
 
MÊRDÎN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdinê, li Parka Karayollariyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê, dirûşmên “Bimre komkujî, bijî azadî" û "Roboskê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kir. Ji bo kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Berdevkê Platformê Mervan Erdem axivî û got: “Aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, bi derxistina holê ya heqîqetê û bi cîbicîkirina edaletê pêkan e. Şertê sereke yê aştiyeke mayinde û civakî, sernegirtina binpêkirinên mafên mirovan ên di demên berê de hatine kirin, derxistina wan a holê û darizandina berpirsyarên wan e.” 
 
Di berdewamê de Erdem anî ziman ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe û got: “Heta ku berpirsyarên Komkujiya Roboskê derdixin holê, komkujî ji her alî ve tê ronîkirin û berpirsyar tên darizandin dê têkoşîna me bidome. Kesên biryara vê komkujiyê dane, kujer û yên kujeran diparêzin dê bên aşkerakirin. Polîtîkaya necezakirinê dê rê li ber sûcên nû veke. Darizandina faîlan, tekane rêya pêşîlêgirtina sûcên nû ye.” 
 
RIHA
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Rihayê jî li pêşiya Novada Park AVM ya li navçeya Halîliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Roboskê ne dram e komkujî ye, me ji bîr nekir dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Yasîn Aktaş di daxuyaniyê de axivî û got ku tevî bi ser komkujiyê re 14 sal derbas bûne jî hêj faîl nehatine girtin û cezakirin. 
 
Aktaş, bi bîr xist ku komîsyona lêkolînê ya di bin sîwana Meclisê de hatiye avakirin komkujî baş lêpirsîn nekir, meqamên darazê bêalî û serbixwe tenvegeriyan, AYM’ê bi hinceta “ewraqên kêm” dosya qebûl nekir û DMME’yê jî bi îdiaya “hemû rêyên hiqûqa navxweyî nehatin bikaranîn” dosya red kiriye. Aktaş, ev yek weke “xwegihandina edaletê bi awayekî fiîlî ji holê hate rakirin”  nirxand. Aktaş, got: “Divê dewlet berpirsyartiya xwe ya di Komkujiya Roboskê de qebûl bike û edaletê bicih bîne. Ev, berpirsyartiyeke dîrokî, hiqûqî û wijdanî ye.” 
 
Wekîla DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayanê jî anî ziman ku komkujiya hatiye kirin ne operasyon, tercîheke bi zanebûn bû û xwest komkujî were ronîkirin. 
 
EDENE
 
Şaxa ÎHD’a Edeneyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî li Parka Înonuyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Sûcê nehatî darizandin birîneke nekewandî ye”, “Ji bo Roboskê edalet” û “Ji bo Roboskê edalet, ji bo her kesî edalet, me Roboskê ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin” hatin hilgirtin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî helbest hatin xwendin û li muzîkê hate guhdarîkirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker di daxuyaniyê de got ku divê pêvajoya hiqûqî ya têkildarî Komkujiya Roboskê jinûve dest pê bike û bi awayekî bêalî û serbixwe bê meşandin. Yasemîn Dora Şekerê xwest ku faîl bên tespîtkirin û darizandin û got: “Divê dewlet lêborîneke fermî bixwaze û hemû windahiyên madî û manewî yên malbatên kesên hatine kuştin tazmîn bike.” 
 
CEYHAN
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Ceyhanê jî li avahiya xwe bîranîn li dar xist. Hevserokê Bajêr Tahir Ozdemîr di bîranînê de got ku avakirina komareke demokratîk, bi hevrûbûna komkujiya Roboskê pêkan e û xwest berpirsyar bên darizandin. 
 
MÊRSÎN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne înkar; hevrûbûn, ne şer, aştî” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên "Şehîd namirin" û "Roboskê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kirin. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Şukran Aktaşê di daxuyaniyê de got ku hêj komkujî nehatiye ronîkirin, faîl nehatine cezakirin û derxistina heqîqetê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Şukran Aktaşê xwest dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe û bi awayekî fermî lêborînê bixwaze. 
 
HATAY
 
Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Mursel Tonguç Salmanoglû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û xwest berpirsyar bên darizandin. 
 
AMED
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî li pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Cihê ku dem sekinî û êş girantir bû; Roboskê em ji bîr nakin, nadin jibîrkirin" hate hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Roboskê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Roj dê were, dewran dê biguhere, AKP dê hesabê bide gel” berz kir. Hevseroka Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê Duygu Ozbayê daxuyanî xwend û got ku ji kêliya komkujî hatiye kirin heta niha polîtîkaya necezakirinê hate meşandin û got: “Me Roboskê ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin.” 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê jî anî ziman ku ji bo aştiyê divê dewlet bi Roboskê re hevrû bibe û berpirsyar hesabê bidin. 
 
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “28’ê Kanûnê Komkujiya Roboskê; me ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin. Endama MEBYA-DER’ê Guneş Çetînkaya Erdem daxuyanî xwend. Wekîla DEM Partiyê Saliha Aydenîzê di daxuyaniyê de got ku dosyaya doza Roboskê hatiye paşguhkirin û got ku ji bo pêvajoya heyî bi ser keve divê dewlet berpirsyarê komkujiyê bidarizîne. 
 
Daxuyanî, bi dirûşma "Şehîd namirin” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da