AMED - Welatiyên jin ên Amedê ji ajansa me re axivîn. Jinan, bal kişand ser bêcezatiya di sûcên li dijî jinan de û gotin: “Heta faîl neyên cezakirin dê tu jin tu caran di ewlehiyê de nebin."
Li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj, bi nûçeyên tundî û qetilkirina jinan dest pê dike. Bûyerên tundî, tacîz, zext û tecawizê her ku diçe zêde dibin, polîtîkaya bêcezatiyê ji bo faîlên mêr bûye mîna “deriyê revê”.
Têkildarî qetilkirina jinan a ku her ku diçe zêde dibe, me mîkrofon dirêjî jinên li Taxa 5ê Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê kir.
‘BÊCEZATÎ BI QETLÎAMÊ BI ENCAM DIBE’
Berfîn Kurtê diyar kir ku jin nikarin bi rehetî tevbigerin û wekî ku dixwazin cil û bergan li xwe bikin û got ku hewl tê dayîn tundî tenê wekî mijara cil û bergan were nîşandan. Berîn Kurtê destnîşan kir ku jin tên qetilkirin û rastî tundiyê tên, faîl êdî li ber çavê her kesî wêrekiya qetilkirinê nîşan didin û wiha axivî: “Em nikarin bi rêyên qanûnî li mafên xwe bigerin. Jixwe ez bawer nakim ku edalet hebe. Heke edalet hebûya, di şert û mercên îro de dê her kesî cezayê xwe yê heqkirî bigirta. Herwiha dema ku rewşên bi vî rengî diqewimin, em neçar nediman ku bêdeng bimînin. Bêdengî tirsa me ji ber bêedaletiyê ye. Dema em dengê xwe bilind dikin, em bi tirs dijîn ku dê ceza ne li faîl, lê li me were birîn. Em hem tundiyê dibînin hem jî bi destê darazê em tên bêdengkirin. Di mirinên biguman ên jinan de divê lêkolînên hûrgulî û zêdetir verastkirinên qanûnî werin kirin, divê jin werin parastin. Gelek jin hene serî li rêyên qanûnî didin lê nayên parastin. Ji ber ku kêmasiya dezgehên qanûnî, tundiya li dijî jinan her carê bi qetlîamê bi encam dibe.”
‘DIVÊ EDALET PÊK WERE’
Sena Varê jî destnîşan kir ku jin ne di ewlehiyê de ne û got: “Em nikarin di saetên şevê de bi tena serê xwe bimeşin. Ewqas jin tên qetilkirin ku ev rewş êdî asayî bûye. Berê dema jin dihat qetilkirin her kes radibû ser piyan, lê îro her kes bêdeng e. Jin ji ber ku hewl didin azadiya xwe bi dest bixin, tên qetilkirin. Qetl ji ber necezakirina faîlan diqewimin. Divê edalet pêk were.”
‘DESTÊ XWE JI ZAROKAN VEKIŞÎNIN’
Têkildarî mijarê Fîlîz Ozturkê jî anî ziman ku dema ji kar derdikeve an jî li kolanê digere xwe di ewlehiyê de hîs nake û wiha got: “Êvarê dema ji kar derdikevim bi tu awayî rehet nînim. Her carê em li pişt xwe dinêrin ka kesek heye an na. Ne em ne jî zarok li derve di ewlehiyê de ne. Heta mêr jî êdî li derve ne rehet in. Bila êdî destê xwe ji zarokan vekşînin. Tu zindî mirinê heq nake. Ji ber cînayetên ku zêde bûne, em bi fikar nêzî zarokên xwe dibin, me zext li wan kir û derûniya zarokên xwe xira kir. Divê em wekî civak biguherin.”
‘JI BER BERDANA FAÎLAN QETLÎAM ZÊDE BÛNE’
Jina bi navê Ceylan Demîrê jî bal kişand ser berdana faîlên ku tên binçavkirin û got ku ji ber vê yekê qetîlam zêde bûne û berteka xwe wiha anî ziman: “Heta ku bi vî rengî bidome, dê jin hîn bêtir werin qetilkirin.” Serap Kaçar jî diyar kir ku jin wekî mêran nikarin xwe bi azadî îfade bikin û got ku faîl ji girtinê natirsin.
‘DIVÊ YEKITÎ BÊ AVAKIRIN’
Hatîce Altintop wiha axivî: “Divê cezayên giran û pêşîlêgir bidin kesên jinan qetil dikin”, Remziye Toprak jî wiha got: “Li dijî qetîlam û tundiyê divê yekitî bê avakirin. Divê jin muhtacî mêr nebin.”
MA / Heval Onkol
