NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku hevdîtina dihat payin di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de were lidarxistin, hat taloqkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), têkildarî hevdîtina dihat Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şandeya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re bike, daxuyanî da. HSD’ê, got: “Serdana Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dê îro li Şamê bihata kirin, ji ber sedemên teknîkî hat taloqkirin.”
Bi domdarî HSD’ê ragihand ku ji ber amadekariyên lojîstîkî û teknîkî yên girêdayî serdanê, serdan hat taloqkirin û got: “Dê demên pêş de lihevkirineke bi aliyên têkildar re li ser diyarkirina dema hevdîtinê çêbibe. Taloqkirina serdanê, tu guhertinê di rêgeha lihevkirinê û armancên wê yên pêşkêşkirî yên der barê peymana 10’ê Adarê de çênake.”
