Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
- jin
- 15:37 26/7/2022
Polîsan êrişî çalakiya jinên KESK’ê ya têkildarî Peymana Stenbolê kirin. Polîsan heqaret li jinan kirin û tundiyê jî li rojnamevanan kirin.
Polîsan êrişî çalakiya jinên KESK’ê ya têkildarî Peymana Stenbolê kirin. Polîsan heqaret li jinan kirin û tundiyê jî li rojnamevanan kirin.
Şeyhdavût D. ku yek ji kiryarên "Doz N.Ç." ye, wekî "rûspî" di çalakiya Qeymeqamtiya Dêrikê de cih girt. Li Mêrdînê bi dehan karmendên dewletê dest avêtibûn N.Ç. ya zarok.
Li Esenyurtê jina bi navê Mîne C û li Sûltangaziyê jî Ayfer Orak rastî êrişa zilaman hatin û bi giranî birîndar bûn.
Li navçeya Odunpazari ya Eskîşehîrê zilamê bi navê Ramazan Suluk bi demançeyê hevjîna xwe Gullu Suluk kuşt.
Yekemîn Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn ku di 22’yê tîrmehê de li Qamişlo hat lidarxistin bi encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku hewcehî bi xurtkirina hevgirtina jinan heye û dê bi hevgirtina jinan destkeftiyên şoreşê bên parastin.
Artêşa tirk bi SÎHA’yan yek ji fermandarên YPJ’ê ku fermandariya pêngava tunekirina DAIŞ’ê dikir Jiyan Tolhildan û du hevalên wê hedef girt. Hat zanîn ku dema Tolhildan û hevalên wê ji Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn vedigeriyan, rastî êrişa suîqestê ya dewleta tirk hatin.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku wan bi awayekî herî dînamîk dest bi serdema nû kiriye û got: "Em bi biryar in ku di serdema pêş de li her derî bi rêxistinkirina Meclisên jinan ên xurt, bi rêxistinkirina xebateke kolektîf a bi rêxistinên jinan re rêxistinbûyînê û têkoşînê mezintir bikin."
Li gorî rapora sala 2021’an a Komîsyona Jinan a ÎHD’ê herî kêm 323 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin, 118 jin jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat gotin 12 hezar û 500 jin girtî ne û 345 zarok girtî ne.
Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn li Zanîngeha Rojava dest pê kir.
Nûnerên saziyên jinan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan û wiha gotin: "Em jin dê gotina xwe bikin û li cihê ku dixwazin me tune bikin, em ê hebûna xwe biparêzin."
Jinan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a der barê Peymana Stenbolê dan û diyar kirin ku ev biryar peymanên wek AÎHS û Lanzaroteyê jî dixe talûkeyê.
Bi mebesta ku pêvajoya rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bi dawî bibe, bi pêşengtiya OHD û Komeleya Jinan a Rosayê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin û bang li Meclisê hat kirin ku xwedî li normên demokratîk derkeve.
Jinên ku di serdema nû de di Meclisa Partiyê ya HDP'ê de peywir girtin diyar kirin ku ew ê wekî Meclisa Jinan têkoşînê bilindtir bikin.
Şûreya Dewletê daxwaza betalkirina Biryara Serokkomar a betalkirina Peymana Stenbolê red kir.
Di civîna Meclisa Jinan a HDP’ê de polîtîkayên serdema nû hatin nîqaşkirin û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran carek din bû berdevka Meclisê.