Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
- jin
- 16:10 07/6/2022
Jinên ku Peymana Stenbolê parastin, diyarkirin ku piştî biryara vekişînê 495 jin hatine qetilkirin, wiha gotin: “Rojeke dîrokî ye û berpirsyariyeke dîrokî ye. Biryareke di navbera mafê jiyanê yê 42 milyonan û mirinê de ye. Wê bibe biryareke di navbera mafê jiyanê yê jinan û biryara yek zilamî.”