Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
- jin
- 09:42 29/12/2024
Hejmara 96’an a Kovara Jinê bi manşeta “Jinan di 2024’an de li ber xwe dan, di 2025’an de dê ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin” derket.
Hejmara 96’an a Kovara Jinê bi manşeta “Jinan di 2024’an de li ber xwe dan, di 2025’an de dê ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin” derket.
Jinên ku beriya danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê daxuyanî dan, wiha gotin: “Em ê heta dawiyê dozên Narîn, Rojîn û hemû jin û zarokên hatine qetilkirin bişopînin.”
Di sala 2024’an de ku bi sedan jin hatin qetilkirin, rê û çareseriya jinên ku li dijî şer, tecrîd, îstîsmar, koçberî, qetilkirina zarok, sewal û xwezayê dest ji berxwedana xwe bernedan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” şênber bû.
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehê û dan zanîn ku tehliyeya 7 girtiyan hatiye astengkirin û înfazên 4 girtiyan hatin dirêjkirin.
Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê yên derveyî welat bang li hemû gelê başûrê Kurdistanê û bi taybet jinan kirin ku li dijî şer û dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin.
Hejmara 95’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Dêrsim, Mereş, Roboskê... Cisareta we ya hevrûbûnê heye?” derket.
Meclisa Jinên Sûriyê bi dekrarasyonekê daxwazên jinan ên ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, dadperwer û azad aşkera kir û xwest ku di qada navnetewyî de bihîstyariyek bê nîşandan.
Berdevka Kongra Starê Rihan Loqo diyar kir ku bi êrişên ser Rêveberiya Xweser re jin hedef tên girtin û wiha got: “Lewma banga me ji bo hemû sosyalîst, nivîskar, hunermend û her kesî ew e ku xwedî li destekeftiyên jinan derkevin.”
Li Elihê jin ji bo balê bikişînin ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelek jiyanê çêkirin.
Endama Meclisa Jinan a HDK'ê Ayşe Ozdamarê diyar kir ku Rojava hêviya hemû gelan û jinan e û got: "Girîng e em jî hêviyê bidin wê berxwedanê." Aktivîsta TJA'yê Selcan Sayiyê jî got: "Em heta dawî li cem berxwedana Rojavayê ne."
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê Jiyan Dêrik diyar kir ku hevalên wan ên li Minbicê hatin qetilkirin, piştî rizgarkirina bajar a DAIŞ’ê pêşengtiya têkoşînê kiribûn û ev tişt anî ziman: “Jin heta ku sax bin dê li dijî vê pergalê bisekinin.”
Ji şervanên YPJ’ê Emîra Mihemmed xelkê Ereb e û Sosin Osêv jî jî Ermen e û li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ber xwe didin. Her du jinan anî ziman ku ew weke parçeyeke Rêveberiya Xweser li ber xwe didin û xaka xwe diparêzin.
Meclisa Jinan a HDK’ê pankarta “Dê jinên berxwedêr qedera Rojhilata Navîn diyar bikin” bi Pira Yuzuncu Yilê ya Îskan Evlerî ya Enqereyê ve daliqandin û bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.
Endama Meclisên Jinên Sosyalîst Satiye Ok balkişand şer û pevçûnan da zanîn ku li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye û divê li her derê jin di nav vê rêxistinbûnê de cih bigirin. Endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (MYK) Satiye Ok diyar kir ku HTŞ û SMO ya girêdayî Tirkiyeyê bandoreke neyînî li pêşeroja jin, bawerî, gelan û zarokan dike û bal bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan.
Di encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê de wiha hate gotin: “Biryar hate dayin ku ji bo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn birêz Ocalan çalakî, xwepêşandan û hevdîtinên bên lidarxistin; li dijî qirkirinên jinan li her derê xebatên xweparastinê bên birêxistinkirin û di siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe bi rêya akademiyan mezin bikin.”