Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
- jin
- 13:39 08/3/2022
Jinan li dijî feraseta dewlet-îktidar-zilam û desteserkirina maf û hiqûq dest dane destê hev û mil dane milê hev û qadên 8’ê Adarê tije kirin. Jin xwedî li têkoşîn û azadiya xwe derdikevin. Li qadên ku pergala zilam rê li ber şer, kedxwarî û talana xwezayê vekiriye tê protestokirin û dengê dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” ji qadan olan dide.