Jin daketin qadên 8’ê Adarê
- jin
- 12:17 08/3/2024
Bi boneya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê li gelek bajaran mitîng û şahî tên lidarxistin.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê li gelek bajaran mitîng û şahî tên lidarxistin.
Rojnamegerên li Îranê diyar kirin ku dirûşma “jin, jiyan, azadî” di mêran de guherîn çêkiriye û wiha gotin: "Li gorî mêran ev dirûşm dirûşmeke li dijî zilmê ye. Piştî berxwedanê li Îranê nêrîna mêran a li hemberî jinan guherîn."
Berdevka Koordînasyona Kongra Starê Remziye Mihemedê diyar kir ku hedefa êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna jinê ye û got: "Jiyana bi pêşengiya jinan, perspektîfa neteweya demokratîk geş dike û ev ji aliyê pergala mêrserwer a netew-dewletê ve wekî xetere tê dîtin."
Jinên ku amadekariyên xwe yên dawî ji bo mitîng û pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên sibe bên lidarxistin dikin, banga kombûna li qadan kirin.
Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan vekir. Prz. Mariye Borazan a di vekirinê de axivî, wiha got: “Em arman dikin ku li dijî her cure tundiyê rêyên hiqûqî bikarbînin û pêşiyê li pêkanîna polîtîkayên necezakirinê bigirin.”
Jinan bi mebesta piştevaniyê bi namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak re, koma kampanyayê da destpêkirin.
Li gorî rapora MKG’ê ya sibatê 9 rojnameger jin girtî ne û darizandina 20’an jî berdewam kir.
Jinên ku 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek parve kirin û wiha gotin: “Em ê her dim bibêjin hêj bêhtir azadî hêj bêhtir berxwedan.”
Jinan li Amed û Êlihê ji bo 8’ê Adarê de banga xurtkirina têkoşînê kirin.
Jinên Botanê diyar kirin ku ew ê li dijî her cureyên êriş û polîtikayên li dijî jinan di 8'ê Adarê de dakevin qadan û ev bang kirin: "Bi tililiyên xwe û kilamên xwe di qadê de cihê xwe bigirin. Bila 8'ê Adarê jinek jî li malê nemîne."
Dengbêj Mukaddes a ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kilam amade kiriye wiha got: “Di 8’ê Adarê de divê her jineke kurd li kolanan be. Divê qad bi tililî û çepikan werin tijekirin.”
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’yê Eren Keskînê ku li Silopiyayê tevli panelê bû, diyar kir ku di hiqûqa ceza ya Tirkiyeyê de qanûnên ku jinan biparêzin tune ne û got: "Di salên 90’î de, di qanûna ceza ya Tirkiyeyê de tundiya li dijî jinê tune bû û di qanûnan de hê jî jin tune ne.”
Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di hevdîtina bi jinan re ya li Sêrtê de axivî, wiha got: “Pergala hevserokatiyê ew pergal e ku jin tev li siyasetê bibin."
Jinên ku li gelek bajaran di çarçoveya 8’ê Adarê de hatin gel hev, ji bo mitîngên 8’ê Adarê bang kirin û gotin: “Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin.”