‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
- jin
 - 09:34 28/9
 
Berdevka HDK’a Stenbolê Dîdem Yilmaz bal kişand ser rola pêşeng a jinan a di têkoşînê de û got: “Bi jinan rêxistinkirî re em ê civaka demokratîk kolan bi kolan ava bikin.”
					
					Berdevka HDK’a Stenbolê Dîdem Yilmaz bal kişand ser rola pêşeng a jinan a di têkoşînê de û got: “Bi jinan rêxistinkirî re em ê civaka demokratîk kolan bi kolan ava bikin.”
bo meşa TJA’yê ya bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” dê di 1’ê Cotmehê de li Amedê oxirkirineke girseyî were lidarxistin. Jinan, got ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
Jinên ku bi dirûşmeya "Çi bi serê Rojîn Kabaiş hat?" çalakî li dar xistin, gotin: "Em îdiayên xwekuştinê qebûl nakin û daxwaz dikin ku hemû aliyên mirina Rojînê bi tevahî werin eşkerekirin." Jinan bang li hemû jinan kir ku ji bo Rojîn Kabaîşê têkoşîna xwe ya kolektîf xurttir bikin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê anî ziman ku divê bi awayekî herî xurt xwedî li meşa TJA'yê ku dê di 1'ê Cotmehê de ber bi Enqereyê ve li dar bixe, bê derketin û got ku ji bo mayindebûna aştiyê divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin.
					
					Seroka MKG'ê Roza Metînayê rojnamevanên jin vexwend ku serî li Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetelli Ersozê bidin.
					
					Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Narîn Gezgorê bang li jinên li Tirkiye û Kurdistanê kir ku beşdarî meşa ku ji hêla TJA ve dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin bibin û daxwaza xwe ya ji bo jiyaneke azad û hevpar nû bikin.
Jinan, ji bo meşa ku dê sibe ji bo Rojîn Kabaîşê li Wanê were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
					
					Dayika Rojîn Kabaîşê, Aygul Kabaîşê diyar kir ku ji bo tiştê bi serê keça wê de hatine neyên serê tu kesên din, ew ê dest ji bûyerê bernedin û xwest ku kiryar bên dîtin û cezakirin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, beriya konferansa xwe ya 18-19’ê Cotmehê, pêşkonferans li dar xist.
TJA, dê di 1’ê Cotmehê de bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşê li dar bixe. TJA’yê got: “Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, azadiya me jinan û gelan e.”
					
					Di neh mehên ewil ên sala 2025'an de ku ji aliyê Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan ve wekî "sala malbatê" hatibû ragihandin, zêdetirî 200 jin hatine qetilkirin. Nûnera KCDP'ê Şîrîn Yalincakoglûyê ji bo berovajîkirina vê rewşê û pêvajoyê bang li hemû jinan kir.
					
					Salek di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re derbas bû. Ji parêzerên dosyeyê Medîne Tûrantaylakê diyar kir ku ji bilî DNA'ya ku di destpêkê de aîdî du mêrên cuda hatibû dîtin, nimûneyeke xwînê jî li ser tîşortê Rojîn Kabaîşê hatiye tespîtkirin, lê belê hê jî nehatiye tespîtkirin ku DNA û nimûneya xwînê aîdî kê ne.
					
					Jinên Wanê ji bo meşa ku wê ji bo Rojîn Kabaîşê ku wê di çarçoveya kampanyaya "Em ji bo jiyan û jiyandinê xwe birêxistin dikin" de pêk bê belavok belavkirin û her kesî vexwandinê meşê.
MKG’ê bertek nîşanî gefên di demên dawî de li rojnamegerên jin tên xwarin da û got: “Em banga piştevaniyê li tevahiya raya giştî dikin.”
					
					Endama Komeleya Jinan a Rosayê Çîgdem Ertakê anî ziman ku li Tirkiyeyê îxtîmala jiyaneke wekhev û adil heye û got: "Ji ber vê yekê, dibe ku yek ji gavên herî bingehîn di vî warî de misogerkirina mafê hêviyê be."