Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye

  • rojane
  • 13:54 21 Nîsan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke ji HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê bi partiyên siyasî û saziyên cuda re hevdîtin kirin. 

Şandeyeke ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê Hewlêrê ne. 
 
DEM Partiyê têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Şandeyeke ji Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, endamê me yê MYK’ê Serhat Eren, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê yê DBP’ê Mûrat Sarisaç, wekîla me Saliha Aydenîz, Hevberdevka Meclisa Ciwanan Rezan Kaganarslan û nûnerê me yê Hewlêrê Mûrat Şen pêk tê, li Hewlêrê hevdîtinan dike.” 
 
Hat diyarkirin ku şande dê li Hewlêrê di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin de bi partiyên siyasî, şexsiyet û rêxistinên girseyî yên demokratîk re hevdîtinan bike.