Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana Reqayê

  • rojane
  • 15:38 27 Nîsan 2025
  • |
img
AMED - Şandeya ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de, hevdîtinên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. 
 
Şandeya ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn bayindir, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, hevdîtinên xwe yên li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Şandeyê, di çarçoveya serdanên xwe de li Reqayê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir.