Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye

img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskînê diyar kir ku divê hemû partiyên li Meclisê "mafê hêviyê" bixin rojeva xwe û got: "Pêkanîna mafê hêviyê ne lutf, peywirek e." 
 
Gelek saziyên civaka sivîl ên Stenbolê ku baro jî di nav de hene, di 28'ê Nîsanê de daxuyaniyek dan û xwestin ku rejîma înfazê ya "heta hetayê mayîna di girtîgehê de" bê guhertin û "mafê hêviyê" bê pêkanîn. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku îmze avêt daxuyaniyê, têkildarî "mafê hêviyê" nirxandin kir.
 
Eren Keskînê diyar kir ku du sedemên girîng ên gengeşeyên "mafê hêviyê" yên li Tirkiyeyê hene û got ku ya yekemîn parastina mafê jiyanê ya girtiyan e. Eren Keskînê da zanîn ku piştî ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê cezayê îdamê hatiye rakirin û li şûna wê cezayê "hepsa heta hetayê" hat dayîn û got: "Em wekî parêzvanên mafên mirovan her tim dibêjin ku ev pêkanîn li dijî mafên mirovan û mafên girtiyan in. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di vê mijarê de biryarên girîng girtiye; girtina heta mirinê nemirovî ye û binpêkirina mafên mirovan e û biryar da ku divê mirov xwedî 'mafê hêviyê' bin ku piştî demekê jiyana xwe li derve bidomînin."
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ NE LUTF E, PEYWIR E'
 
Eren Keskînê anî ziman ku "mafê hêviyê" ne lutfek e Tirkiyeyê ye, peywirek e û got: "Tirkiye îmzekarê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û dewleteke ku biryarên DMME'yê yên mecbûrî qebûl kiriye. Ji ber vê yekê dewlet xwedî erk e ku 'mafê hêviyê' bîne rojevê û li ser vê mijarê sererastkirinên mafdar derxîne holê. Em jî wekî rêxistinên mafên mirovan, baro, sendîka û rêxistinên tenduristiyê me pêdivî pê dît ku em der barê 'mafê hêviyê' de daxuyaniyekê bînin." 
 
Eren Keskînê bal kişand ser vê yekê ku li Tirkiyeyê di warê binpêkirina mafan de pîvanên dualî tên sepandin û got: "Mafê hêviyê û guhertina qanûnên înfazê tiştên ku bi biryarên meclisê pêk tên. Lê mixabin nêzîkatiyên partiyên din ên ji bilî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên der barê 'mafê hêviyê' cihê rexneyê ne. Mafê hêviyê pêdiviyeke hiqûqa mirovî ye. Û divê hemû partî mafê hêviyê têxin rojeva xwe. Demildest divê di vî warî de gav bên avêtin." 
 
Eren KEskînê destnîşan kir ku di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de aktorê herî girîng Abdullah Ocalan e û got ku ger Abdullah Ocalan di nêvengeke azad de fikirên xwe bi gel, çapemeniyê û rayedaran re parve bike wê pêvajo bi awayekî pêbawertir pêş bikeve. 
 
MA/ Esra Solîn Dal