Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
- rojane
- 11:07 24/4
Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç dest pên kir.
Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç dest pên kir.
Girtiyê nexweş Huseyîn Surgeç ku li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, ji Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re faks şand. Bi vê boneyê cezayê hucreyê lê hate birîn.
Li Stenbolê ku paşlerz lê didomin gelek welatiyan şeva xwe li derve derbas kirin.
Gelek pirtûkên ji girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê re hatine şandin, bi hinceta ku peyvên weke “Kurdistan”, “Gerîla”, “Konfederalîzma demokratîk” û hwd. tê de ne hatin desteserkirin. Girtiyan, li dijî vê rewşê li dadgehê îtîraz kirin.
Ji bo taloqkirina cezayê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku krîza dil derbas kiribû, serlêdaneke nû hate kirin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê banga boykotkirina saziyên medyayê yên li dijî pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd disekinin, kirin.
Diranên girtiyê bi navê Îsmaîl Tamboga yê ku 9 sal in nayê dermankirin ketin. Dayika wî Kumriye Tambogayê got: "Nayê dermankirin, nikare xwarinê bixwe. Em dixwazin bê berdan."
Sekreterê Giştî yê Partiya Veavakirina Komunîst Maurizio Acerbo diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan gava yekem a aştiyê ye û got: "Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiya Rojhilata Navîn e û nirxeke gerdûnî ye."
Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 4.6’ê erdhej çêbû.
Gel û baweriyên cuda yên li Qamişloyê kesên di Komkujiya Ermenan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re hevdîtin kir.
Walîtiya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku di erdhejan de tu kesan jiyan xwe ji dest nedane û got: “Tedawiya 151 welatiyên me yên ji ber panîkê xwe ji cihên bilind avêtin xwarê, didome.”
Li Stenbolê di nava 3 saetan de bi giştî 51 erdhej çêbûn. Ya herî mezin bi pileya 6.2’yê çêbû.
Welatiyên ji ber erdheja bi pileya 6.2’yê ketin nava tirs û xofê, ji malên xwe derketin û Parka Geziyê tije kirin.