10' emîn Pakêta Darazê hate qebûlkirin: 8 xal hatin derxistin
- rojane
- 11:26 04/6
10'emîn Pakêta Darazê ku ji aliyê DEM Partî û partiyên muxalîf ve hat rexnekirin, di Lijneya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin. 8 xalên ku rêziknameyên têkildarî înternetê û hukmên der barê sûcdarên zarokan de jî di nav de hene, bi peymana di navbera partiyan de ji metnê hatin derxistin.