ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
- rojane
- 09:00
Wezareta Karê Hundir, biryara bultena sor a dadgehê ji bo girtina polîs Nûrbakî Goçmez ê ku Nîhat Kazanhan ê 12 salî qetil kiribû, piştî salek û nîvan cîbicî kir.
Rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, bû du meh di beşa çavdêriya awarte de tê dermankirin.
Baroya Qersê, der heqê Prof. Dr. Tulay Dîken Allahverdî ku li Nexwşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê dixebite, serlêdana sûc kir.
Hunermenda Kurd Eyşe Şan di salvegera 29’emîn a koça xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê hat bibîranîn.
Li Dêrsimê li dijî sansur û tundiyan Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin.
Çetîn Arkaş, di civîna gel de got: “Heke aştiyek bibe, dê mihasebeya her tiştekî were krin. Ji bo aştiyeke mayinde, divê em bi tiştên hatine kirin re hevrû bibin û hev helal bikin.”
Platforma Şaxên KESK’ê têkildarî civînên Budçeya Sala 2026’an li gelek bajaran daxuyanî dan û di daxuyaniyan de peyama “Kedkar vê budçeyê qebûl nakin” da.
Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Enes Sezgîn, di şeva 16’ê Kanûnê de li navenda Wanê ji hêla 7 kesên rûyê xwe girtin ve hate revandin. Sezgîn ku revandin derveyî bajêr, li wir hate îşkencekirin û piştre gefa terikandina bajar lê hate xwarin.
Prof. Dr. Tulay Dîken Allahverdî ku li Nexweşaxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê dixebite, heqaret li Kurdan kir û xwest mafên Kurdan bên sînordarkirin, di saziyên cemaweriyê de neyên xebitandin û ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê bên derxistin.
Rêveberiyên 16 baroyan, diyar kirin ku heqaretên di maça Bursaspor-Somasporê de li Leyla Zanayê hatine kirin nayên qebûlkirin û xwestin berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin.
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek têkildarî bernameya bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê agahî parve kir û diyar kir ku dê bi wêneyên ku her du rojnamevanan kişandine şopên têkoşîna wan bên pêşandan.
Danişîna doza Cîhan Yildiz ku ji ber qetilkirina Mehmet Sîncar tê darizandin, careke din bi hinceta amadekirina mutalaayê hat taloqkirin.
Seroka Înisîyatîfa Maf Fatma Bostan Unsalê diyar kir ku tiştên ji ber pirsgirêka Kurd qewimîne ji aliyê civakê ve nayên zanîn û got: “Ji ber vê yekê heta ev neyên axaftin bi van gavan ve aştî civakî nabe.”
Jina bi navê Şêrîn Nûrî Oso, li Efrînê ku di bin kontrola komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye, bi îşkenceyê hate qetilkirin.