Kiliçdaroglû li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya
- polîtîka
- 13:05 06/9/2020
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, li karkerên kurd ku li Sakaryayê êrîş li wan hatibû klirin, geriya û ji wan re got derbasî be.
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, li karkerên kurd ku li Sakaryayê êrîş li wan hatibû klirin, geriya û ji wan re got derbasî be.
Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn ji bo "Deklerasyona Aştiyê" ya HDP'ê anî ziman ku ji bo Tirkiyeyê pir girîng e û got: "Gel, ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze. Ên doza şer dikin emrê wan kin e. Ên ji bo aştiyê têdikoşin wê bi ser bikevin."
Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz hevdîtina MSD’ê ya li Moskovayê nirxand û got: “Rismê li Moskovayê hem peyamê dide Tirkiyê û hem jî peyamê dide Amerîkayê.”
Parlamenterên HDP’ê rewşa girtiyên nexweş, êşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehan birin rojeva Meclîsê.
Di civîna MYK’a HDP’ê ya piştî çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hat lidarxistin de, ji bo ku “Eniya Aştiyê/Tevgerê” bê avakirin, nîqaşên berfireh hatin kirin.
Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got li dijî şer berpirsyariya her kesî heye û got: ''Kurd ne baş bin Tirk jî baş nabin.''
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, li Meclîsê "Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê" weşandin. Di deklarasyonê de hat diyar kirin ku pêkane ku şer û bêkarî bi dawî bibe.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, ji ber di demên dawî de endamên Meclîsa Ciwanan tên revandin û ji wan dixwazin ku bibin sîxur, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bersîv bide. Dag anî ziman ku dixwazin xebatên partî û ciwanan îlegalîze bike.
Nivîskar û rojnameger Mihemed Seydî, di ji rojnameya e-rojname re nivîsî û bal kişand ser polîtîkayên ENKS'ê ya li dijî ziman parastinê.
Niviskarê e-rojname Ahmet Aktaş, di quncikê rojnameyê yê îro de bi ser navê "Li deryaya spî çidibe?" bal kişand ser geşedanên li Deryaya Spî û rewşa Tirkiye Yûnanîstan û Qibrisê.
Hevserokê KCD’ê di daxuyaniya li dijî tecrîdkirina Ocalan de hat dayîn axivî û got: “Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e. Muxatabê vê jî birêz Ocalan e.”
Şandeya KCD’ê û DBP’ê li Wanê serdana rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî kir. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di serdanê de got bernameya wan li dijî faşîzmê bêhnstendin e û sedema krîzê jî tecrîd e.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di çarçoveya pêngava sêyemîn a kampanya HDP'ê de li Mêrsînê bi Dayikên Aştiyê re hat cem hev. Guven, di ziyaretê de bal kişand ser nêzîkatiyên partiyên nû tên avakirin û wiha got: "Berê partî dihatin avakirin diçûn Qebra Ataturk (Anitkabir). Lê niha partiyan ava dikin diçin Amedê. Niha kêşeya Kurd tenê bi kongreyan çareser nabe. Divê gavên şênber û bi bawerî bên avêtin."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîna Bûldan, li Bûrsayê di hevdîtina gel de axivî û got: “Sedema hemû pirsgirkên li Tirkiyeyê, pirsgirêka gelê kurde. Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin, ew ê belav bibin.”
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, di ziyareta li Colemêrgê de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “Niha li Tirkiyeyê herî zêde û bi lez pêdivî bi aştiya bi rûmet heye. Pêdivî bi çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Muxatabê pirsgirêkê jî Birêz Abdullah Ocalan ê ku niha li Girava Îmraliyê di tecrîda giran de tê girtin e."