Buldan: Îqtîdar jî riziya ye, avahiyên wê jî riziya ne
- polîtîka
- 13:30 28/1/2020
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, bal kişand ser erdheja Xarpêtê û diyar kir ku li vir derket holê ku di erdhejê de avahiyên hilweşiyan jî wekî îqtîdara AKP'ê riziya ne. Buldan, polîtîkayên notirvaniyê jî rexne kir û got: "AKP ji bo pergala faşîzma xwe biparêze, pergala notirvaniyê pêş dixe û ev êdî wê xelas nake. Raste em nikarin dawî li erdhejan bînin, lê em dikarin xwe ji AKP'ê rizgar bikin. Gel tu carî ne bê çare ye."
