Pîroglû: Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man
- polîtîka
- 09:13 14/8/2018
Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, ji bo gotinên Serkomar Erdogan ku got "Em di heman keştiyê de ne" got: "Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man. Tu carî çarenûsa me ne hevpar bûye û dê nebe jî." Seroka EHP'ê Sîbel Ûzûn jî got: "Aşkere ye ku dê gel, kedkar û bloka rejîma yek zişamî û sermayeyê di heman keştiyê de cih negirin."