Piştgiriya HDP’ê mezin dibe: Em dê bi hevre bi ser bikevin
- polîtîka
- 15:59 24/5/2018
Bi dehan partî û rêxistinên civakî û demokratîk ên ku ne hevparen HDP'ê ne, bi civîna çapemeniyê piştgiriya xwe anîn ziman. Rêxistinên piştgirî dan HDP'ê diyar kirin ku dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji bo HDP û Demirtaş bixebitin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku ew çawa di 8'ê Adarê, Newrozê û 1'ê Gulanê de bûn yek dê di hilbijartinê de jî bibin yek.