HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
- polîtîka
- 13:07 20/11/2022
MYK’a HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku desthilatdarî bi êrişên xwe yên hewayî hewl dide temenê xwe dirêj bike û da zanîn ku dê sibe bi awayekî lezgîn bicivin.
MYK’a HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku desthilatdarî bi êrişên xwe yên hewayî hewl dide temenê xwe dirêj bike û da zanîn ku dê sibe bi awayekî lezgîn bicivin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreya partiya xwe ya bajarê Agiriyê de axivî û diyar kir ku wê Tifaqa Ked û Azadiyê mezintir bibe û got: “Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye.”
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu têkildarî teqîna li Stenbolê îcar jî daxuyaniyeke cuda da. Soylu vêcarê jî îdia kir ku Ahlam Albashir ji Minbicê hatiye.
Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tekane rêya çareserkirina pirsgirêkên mezin ên Tirkiyeyê Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wiha got: “Hemû kes neçare bê ber deriyê HDP’ê. Ji ber ku em xwedî roleke diyarker in.”
Erdogan piştî Lûtkeya G20’ê civîneke çapameniyê li dar xist. Rojnamegerekî der barê qetilkirinên ji ber bombebaranên Tirkiyeyê li bakurê Kurdistanê çê dibin ji Erdogan pirsî û Erdogan wiha bersiv da: "Hûn di nava nijadperestiyê de ne."
Di hevdîtina Budçeya Wezareta Dadê de parlamenterên HDP’ê wêneyên girtiyên nexweş nîşanî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag dan. Parlamenterê HDP’ê Ruştu Tiryakî got: “Gelo ku girtiyên nexweş bimirin hûnê destûra derketina wan bidin?”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku ew êrişa Stenbolê ji komkujiyên di sala 2015’an ên Pirsûs, Enqere, Amed û Dîlokê nas dikin û wiha got: “Divê hemû kes li dijî van operasyonên binhişê yên siyasetê hişyar be û xwedî helwestekî hevpar be.”
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag di Komîsyona Plan û Bûdçeyê de axivî û îdia kir ku di serdema AKP’ê de standartên demokrasiyê bilind bûn û sepanên îşkenceyê bi dawî bûn.
Parlamenter Dersim Dag bêûsûliyên di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de derketin holê bi rojeva Meclisê.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di hevdîtina gel a li Qereyaziyê de ku bi hezaran kes lê amade bûn axivî û diyar kir ku di serî de gelê kurd û hemû kesên tên bindestkirin û cihêkirin nemehkûmî tu qutbê ne û got: "A me jî rêya me ya sêyemîn heye.”
Hevserokê Şaxa DAD’ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak bi lêv kir ku bingeha xebatên polîtîk yên AKP’ê yên derbarê elewiyan de “afirandina elewiyekî/e girêdayî xwe ye” û got: “AKP çi bike bila bike nikare ji elewiyan deng bigire.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî gotinên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê dan û wiha got: “Ew ji Sûsûrlûkê û 28’ê Sibatê dizanin ka lîstik çi ne.”
Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç diyar kir ku li Girtîgeha Eskîşehîrê bêyî ku sedemek were nîşandan, înfazên girtiyan tên şewitandin û girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Koç, xwest ku têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê lêkolîn were kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li wezareta dadê dabûn û têkildarî mijarê wiha got: “Bersivê nadin serlêdanan me. Ev jî nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye.”