Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
- çand û huner
- 11:52 02/4/2018
Helbestkar Ulku Tamer ê ji nexweşîna penceşêra pişikê dihat dermankirin di 81 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Helbestkar Ulku Tamer ê ji nexweşîna penceşêra pişikê dihat dermankirin di 81 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Hunermend Mizgîn bi navê “Lorîn” albumek nû derxist. Mizgîn di albuma nu de helbesta "Bihar" a Helbestvan Hafizê Şîrazî kiriye awaz û stran. Berhemên hunermendên kurd Mihemed Şexo û Abdulwahit Zaxoyî bi awazekî cuda pêşkêş dike.
Ên di hilbijartina helbestan a ji bo bîranîna wêjevanê kurd Arjen Arî pêk hat de qezenc kirin diyar bûn. Xelata helbestan helbestkarê Emerîkê Sîdîqayî girt. Xelata rûmetê jî dan TTB’ê.
Hunermend û derhênerê sînemayê Yilmaz Guney ku bi fikr, sekn û hunera xwe di sînemaya cîhanê de rûpelek nû vekir, di hemû fîlmên xwe de rastiya civakê û jiyanê bi cîhanê re parve kir. Guney bi gotina “Êş, zext, xwîn û hêsir ne qedera gelê kurd e. Em dê deqez bi ser bikevin" her dem di dil û meşiyê gelê kurd de hevî û baweriyê ava dike.
Mezopotamya Sahne, bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir. Reqsa “4 Derî 40 Meqam” dê derkeve ser dikê.
Derhênerê belgesela “Dîroka mirina avê” ku behsa têkoşîna ji bo Heskîfê hat dayîn dike Alî Ergul, diyar kir ku her çalakî û şahiyek bê li darxistin dê wan hin bêtir gavekê nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike.
Weşanxaneya Wardozê ya ku pirtûkên folklora kurdan çap dike, 4 berhemên Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl ji nû ve çap kir. Ji edîtorê weşanxaneyê Bahoz Baran got ku ew ji bo folklora kurdan xizmetê dikin û folklora kurdan wek behrek bêbinî pênase kir û ew ê di nav behrê de xebatên folklorê bikin.
Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe ya meha Nîsanê daxuyand. Her wiha wê Şanoya Bajêr vê mehê lîstika zarokan “Keçelok” jî bide lîstandin.
Koverek li weşangeriya kurdî zêde bû. Li gel astengiyên li pêş weşangerî û zimanê kurdî jî Kovara Dilop roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Reşo Ronahî yê nûnerê Kovara Dilop ê Amedê diyar kir ku ew ji bo wêje û çanda kurd dewlemendir bikin dest bi weşanê kirine û got: “Em jî dixwazin li deryaya weşangeriya kurdî bibin dilopek.”
Pirtûka helbestan a ewil a nivîskar û helbestakar Suavaka Lîva “On’lara alatıyor’ gihaşt ber destên helbesthezan.
Kelehya Ayanîsê ji serdema Urartuyan maye, yek ji wan kelehên çanda gelan a herêma Wanê temsîl dike ye û bi hemû bedewiya xwe li ser piyan e. 29 sal e di kelehê de lêkolîn tê kirin, di pişt platformê de hepis kirine.
Navenda Çandê ya Baharê ya Êlihê di şertên OHAL'ê de jî xebatên xwe dewam dike. Rêveberê navendê Şerzat Arslan diyar kir ku peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike.
Yûsûf Tûranê ku 24 sal berê koçî Stenbolê kir, bêrîkirina xwe ya ji bo xaka xwe û warê xwe li helbestê bar kir. Tûran ji bo vê yekê got: "Ji êş û azarên kurdan mirov dikare gelek fîlman bikêşe, gelek helbest û romanan binivîsîne." Tûranê ku xwendin û nivîsandina wî tune ye, helbestên xwe li bîra xwe qeyd dike û hizir dike ku helbestên xwe di pirtûkekê de bi cih bike.
Piştî Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir, kes naçe li deriyê Mala Dengbêjên Botanê jî nade û dîwana dengbêjan pêk nayê.
3 mamosteyên muzîkê ji zarokatiya xwe ve bi hunerê ve mijûl in û di bin navê koma Mava de bi zimanê dayikê yê kirmanckî distrên. Kom rûhê çiya û axê bi stranan vedibêjin û dê di demek nêz de albûma nû ya komê derkeve.