Behra helbestan: Asoya Helbesta Kurdî
- çand û huner
- 10:04 06/3/2018
Sepana Asoya Helbesta Kurdî ya ku bala helbesthezan dikişîne xebatek berfireh bi rê ve dibe. 3 hezar û 267 helbest, 477 helbestkar, 2 hezar û 607 helbestên kurmancî, 122 helbestên kirmanckî û 549 helbestên soranî di sepanê de hene.Yek ji avakarê sepanê Rênas Xendekî got armanca wan ew e ku ew xizmeta wêje, helbest û hunera kurdî bikin û ji bo xwîner hêsantir xwe bigihînin helbestên kurdî serî li rêbazek wiha dane.