NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê êrişî Bendergeha Hudeyde ya Yemenê û bajarokê Şebayê yê Lubnanê kir. Di êrişa bi ÎHA’yan a li dijî devera nêz a bajarokê Şebayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Îsraîlê êrişî Bendergeha Hudeydeyê ya Yemenê û bajarokê Şeba yê Lubnanê kir. Artêşa Îsraîlê bi awayekî fermî ragihand ku hêzên wan di saetên serê sibehê de bi keştiyên fuzeyan êrişî Bendergeha Hudeydeyê kirine. Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesaba xwe ya platforma X’ê got; “Ev operasyon li dijî êrişên rejîma terorîst a Husiyan ên li dijî Îsraîlê hatiye kirin.”
Îsraîlê îdia kir ku Bendergeha Hudeydeyê “Ji bo xebatên terorîstî tê bikaranîn” û beriya êrişê ji bo zirar negihije sivîlan banga hişyariyê kir. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev bendergeh ji bo alîkariyên ji Xezeyê re tên şandin jî cihekî krîtîk e û metirsî heye ku piştî êrişê alîkariyên bi Xezeyê re qut bibin.
BI ÎHA’YAN ÊRIŞÎ BAJAROKÊ ŞEBAYÊ KIRIN
Di êrişa bi ÎHA’yan a Îsraîlê ya li dijî herêma Cenamê ya bajarokê Şeba ya Lubnanê de jî bavek û 2 kurên wî hedef hatin girtin. Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku di êrişê de bav û kurekî xwe hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Tevî agirbesta bi Hîzbullaha Lubnanê ku di 27’ê Mijdara 2024’an de hatibû ragihandin jî Îsraîlê êriş kir. Artêşa Îsraîlê li gel hin xalên agirbestê jî hebûna xwe ya leşkerî ya li hin deveran didomîne.