AMED – Endamê ÎHD’ê Tahîr Saçakli diyar kir ku dê raporên ku di pêvajoyên pevçûnan de amade kirine pêşkeşî komîsyona Meclisê bikin û lazim e di vê pêvajoyê de hemû mijar bên axaftin.
Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Komîsyona Yekîtiya Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hat avakirin, xebatên xwe didomîne. Endamên komîsyonê duh cara çaremîn li hev kom bûn û dest bi guhdarîkirina kesên di dema pevçûnê de xizmên xwe winda kirine û rêxistinên civakî yên sivîl kirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî ji bo rapora têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêşî komîsyonê bike tevlî civînê bû.
Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Tahîr Saçakli anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî gelek parametreyan e û kuştinên kiryar nediyar û windakirinan jî yek ji van parametreyan e. Saçakli bal kişand ku divê mafên malbatan ên 'veşartin û şînê' bên ewlekirin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo vegera gundên hatine valakirin û ji bo serbestberdana girtiyên di girtîgehan de divê gav bên avêtin.
Saçakli diyar kir ku wan hemû binpêkirinên ku di pêvajoya pevçûnê de pêk hatine ragihandine û wiha got: "Di vê mijarê de gelek tiştên ku em bêjin hene. Em di wê baweriyê de ne ku bi raporên xwe û pêşniyarên xwe yên çareseriyê re em dikarin tevkariyeke girîng li xebatên komîsyonê bikin."
PEYMANA CIVAKÎ DIVÊ
Saçakli têkildarî gotinên Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ên ku gotibû hin madeyên destûra bingehîn nikarin bên guhertin jî wiha got: "Tiştê Fetî Yildiz anî ziman di rastiyê de sedemên pevçûn û şerê bi dehan salan e. Peymanên civakî mekanîzmayên li ser esasê beşdarbûna hemû welatiyan di wê erdnîgariyê de ne û dihêle ku hesta aîdîbûnê peyda bikin. Di vî warî de, ev ne pir realîst in an jî tiştên ku dê rê li ber çareseriyan veke. Bendewariya ji vê komîteyê û vê pêvajoyê ew e ku mijarên li Tirkiyeyê weke 'divê neyên axaftin' bên nîqaşkirin, ji bo îmzekirina peymaneke nû ya civakî divê destûra hemû beşên civakê bê xwestin. Em daxuyaniya Birêz Fetî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê weke daxuyaniyeke erênî nabînin."
‘DIVÊ OCALAN HEMÛ ALIYAN RA HEVDÎTINÊ BIKE’
Saçakli da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji aktorên girîng ên pêvajoyê ye û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê rê li ber hevdîtina Ocalan a bi hemû beşan re bê vekirin. Saçakli bilêv kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyên girîng dikevin ser rêxistinên civakî yên sivîl û demokratîk û wiha got: "Ji ber ku aştî zehmet e; têkoşîneke mezin dixwaze. Em bi biryar in ku di vê rêya zehmet de bimeşin. Şert û merc çi dibin bila bibin, wê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hemû berpirsyariyên xwe yên di warê avabûn û pêşvebirina aştiyê de bicih bîne. Ew ê van hewldanan li her heft herêmên Tirkiyeyê berdewam bikin û dê hewl bidin kombûnên civakî bi rêxistin bikin."