STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn bang li rojnamegerên jin kir ku serî li "Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê" bidin û got: "Ev dê ne tenê bibe wergirtina xelatê. Di heman demê de dê biryardariya di kevneşopiya rojnamegeriya Gurbetellî Ersozê jî derkeve holê.”
Serlêdanên ji bo 1’emîn Xelatên Rojnamegeriya Jin a Gurbetellî Ersozê” dê di 28’ê Îlonê de bi dawî bibin. Gurbetellî Ersoz, Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Ozgur Gundemê bû û bi wê re cara ewil li Tirkiyeyê jinek dibû gerînendeya giştî ya weşanê. Pêşbirk, ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz û rojnamegerên jin ên jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin. Tenê rojnamegerên jin dikarin serlêdanê bikin. Xelat dê di beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wene” û “Dîmen-vîdeoyê” bên dayin. Berhemên hatine xelatkirin jî dê di 6’ê Cotmehê de bên aşkerakirin. Xelatên rojnamegeriyê dê di 8’ê Cotmehê de bi merasîmekê bên dayin. Dê li rojnamegerên bûne yekemîn komputer weke xelat were dayin.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku Eren Keskîn ku dema Gurbetellî Ersozê gerînendetiya giştî dikir ew bi xwe jî parêzera rojnameyê bû û demekî dirêj hevaltî kirin, ji bo serlêdanên pêşbirkê bang kir.
Eren Keskînê got ku ji destpêka salên 90’î heta niha li Kurdistanê binpêkirinên mafan ên giran tên kirin û got: “Rojnameyên ev binpêkirin vegotibûna tune bûn. Ozgur Gundem jî ji bo vegotina van binpêkirinan di sala 1992’yan de hate avakirin. Li dijî zextan, min di sala 1993’yan de dest bi parêzertiya rojnameyê kir. Gurbetellî, wê demê gerînendeya giştî ya rojnameyê bû. Di esasê xwe de ji fakûlteya kîmyayê mezun bûbû û li zanîngehê asîstanî dikir. Lê bi taybet jî piştî bûyere Helebçeyê, ji qada xwe dûr ket û biryara rojnamegeriyê da. Û bû gerînendeya giştî ya Ozgur Gundemê. Me wisa hev nas kir. Heta wê demê ji bo danasînê kokteyl hate kirin û rewşenbîr û nivîskarên herî girîng ên wê demê hatin vexwendin. Heta tenê wêneyekê me bi hev re heye ku ew jî li wir hate kişandin.”
'WEKHEV NÊZÎ HER KESÎ DIBÛ’
Eren Keskîn, diyar kir ku Gurbetellî di têkiliyên xwe yên bi mirovan re wekhev nêz dibû û vê taybetiya wê bal dikişand. Eren Keskînê got: “Ne wekî gerînendeya giştî ya weşanê lê bi rastî jî wekî rojnamegerek a kedkar bû. Nasnameya jinê, zanîna jinê nedida aliyekî. Her kesî jê hez dikir û rêz jê re digirt. Navberekê li dijî rojnameyê operasyon hate kirin û hate girtin. Dema di girtîgehê de ez her hefteyê diçûm serdana wê. Wê demê girtîgeh ne mîna pergala hucreyê bûn. Tenê cihekî hevdîtinê hebû û hemû girtî û parêzer dihatin heman cihî. Qelebalix bû, zindî bû, axaftin dihatin kirin, çay dihat vexwarin û heta xwarin dihat xwarin. Gurbetellî jî yek ji wan kesan bû ku her kesî dixwest pê re hevdîtinê bike. Zanîna wê ya siyasî zêde bû. Parastinên xwe jî pir baş kir. Wê demê derdora 5-6 mehan girtî ma.”
BÛYERA KU BANDOREKE MEZIN LI GURBETELLÎ ERSOZÊ KIRÎ
Bi domdarî Eren Keskînê anî ziman ku di navenda jiyana Gurbetellî Ersozê de birayê wê Orhan Ersoz hebû ku li fakûlteya tipê dixwend û ev tişt anî ziman: “Birayê wê biryar da ku tev li PKK’ê bibe. Gurbetelliyê jî nedixwest û jê re digot ku di qada tipê de xwe pêşve bibe û xizmetê ji gelê xwe re bike. Gurbetelliyê digot; ‘Peywira her Kurdekî di qadeke cuda de heye. Qezenckirina fakûlteya tipê pir zehmet e lewma divê tu bibî bijîşk û xizmetê ji gelê xwe re bikî.’ Gurbetelliyê ji min re digot, ‘Em bi hev re rûnin, tu jî pê re biaxive. Binêre, tu bûyî parêzer û xizmetê ji gelê xwe re dikî. Bila ew jî weke bijîşkekî xizmetê bike.’ Li Beyoglûyê em bi hev re rûniştin. Ez bi Orhan re axivîm. Min jê re got; ‘Pir zêde pêdiviya vî gelî bi bijîşkan heye. Te dibistaneke pir zehmet qezenc kiriye. Ji te rica dikim ku tu dibistana xwe bidomînî.’ Orhan jî got; ‘Ez bibiryar im xwişkê.’ Tu tiştekî din negot. Mixabin hêj di rê de Orhan û hevalên xwe hatin gulebarankirin û tevî hevalên xwe hate qetilkirin. Gurbetellî ji vê gelek bibandor bû. Belkî jî Gurbetellî nediçû lê piştî birayê wê kesekî êdî nekarî pêşî lê bigire. Piştî birayê xwe çû û wê jî jiyana xwe ji dest da.”
'ENCAMA POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ YE’
Di berdewamê de Eren Keskînê bal kişand ser polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka Kurd a li ser jiyana Gurbetellî Ersozê û got: “Mirovan dixwestin bixwînin. Gurbetellî çûbû fakûlteya kîmyayê. Birayê wê tip qezenc kiribû. Di esasê xwe de van mirovan dixwestin bijîn, bixwînin û di qadên dixwendin de bixebitin û hilberînin. Lêbelê şerekî ewqas mezin û binpêkirinên mafan ên ewqas mezin hatin ferzkirin ku ciwanên wê demê êdî nekarîn xwe bigirin û çûn. Çûyîna Gurbetelliyê jî bi vî rengî ye. Jiyana Gurbetelliyê, encama polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Anku yek ji encamên polîtîkayên dewletê ye.”
BANGA SERLÊDANÊ
Eren Keskînê, destnîşan kir ku Gurbetellî Ersozê di demekê belavkarên rojnameyê yên biçûk jî dihatin qetilkirin de gerînendetiya giştî ya rojnameyê kiriye û got ku kevneşopiya Gurbetellî Ersozê hatiye dewrkirin û domandin. Eren Keskînê, axaftina xwe wiha qedand: “Girtina xelatê ya di pêşbirka Gurbetellî Ersozê de dê tenê nebe wergirtina xelatê. Di heman demê de dê biryardariya di domandina kevneşopiya rojnamegeriya Gurbetelliyê de dê derkeve holê. Lewma jî ev pêşbirka xelatê gelek girîng e. Hêvîdarin rojnamegerên jin heta 28’ê Îlonê bi nûçeyên xwe, nivîs, wêne û dîmenên xwe ji bo pêşbirkê serlêdanê bikin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû