* Di tevahiya salê de, Kurd û hevalbendên wan, li Ewropayê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li ser pêyan bûn. Gelek rewşenbîr û nivîskar ên xwedî Xelata Nobelê jî di nav de, ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin.
* Serpêhatiya nivîskar Prof. Dr. Sehîdê Îbo, ne tenê çîrokeke takekesî ye, ew rêwîtiyeke dûr û dirêj e ku bi bîr, berxwedan û nasnameya gelekî ve girêdayî ye.
* Oktay Gul ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê tê ragirtin, di hevdîtina ser telefonê de got ku gardiyan tundiyeke sîstematîk li wan dikin.
* Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Îzmîrê Firat Dîkmen diyar kir ku dê Cejna Gaxanê bi çalakiyên cur be cur pîroz bikin û got: “Em ê di cejna Gaxanê de konserta piştevaniyê li dar bixin. Îsal dirûşma me ‘bi civaka demokratîk ve em ber bi aştiyê dimeşin’ e.”
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.
* Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye dê têkildarî çêr û heqaretên li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê haitn kirin, li gelek bajaran serlêdana sûc bike. (12.00-14.00)
* OHD dê ji bo banga tevlibûna "Mitînga Hêvî û Azadiyê" li gelek bajara daxuyaniyê bide. (12.30)
* TUAYDER, dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Wanê li pêşiya PTT'ê daxuyaniyê bide. (12.30)
* Nvenda Çand û Hunerê ya Nêrgizê ku li Enqereyê xebatan dike, dê çalakiya "Şeva Yelda" li dar bixe. (19.00)
