Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin
- jin
- 12:06 05/5/2022
Li gorî çeteleya ku Jinnewsê girtiye, di meha nîsanê de 31 jin û 3 zarok hatine kuştin û 12 jin û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî çeteleya ku Jinnewsê girtiye, di meha nîsanê de 31 jin û 3 zarok hatine kuştin û 12 jin û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Tirkiye û komên girêdayî wê li benda kontrolê ya di ketina Efrînê jina bi navê Arîn Fexrî Muslim revandin.
Dayika Cemîle Çagirga ya ku li Cizîrê hat qetilkirin Emîne Çagirga, anî ziman ku di vê Roja Dayikan de ew vê rojê bi êş û dilşikestî pêşwazî dikin û got: “Erdogan li vir zarokên me qetil kir, niha jî êrişî Başûr dike. Bes êdî bila zarokên me neyên qetilkirin."
Li gorî rapora KCDP’ê ya meha nîsanê 24 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin û 16 jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane.
Li navçeya Cizîrê, hat angaştkirin jina bi navê E.A. hewl daye întihar bike.
Meclisa Jinan a HDP’ê û Meclisa Jinan a DAD’ê ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk, çûn gundê wê Merxoyê û xwestin ku Tugluk û hevalên wê bên berdan.
Endama MKGP’ê Dîren Yurtsever diyar kir ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê her ku diçe xerabtir dibe û wiha got: “Em li dijî pergala mêrza û zayendperest têdikoşin. Banga me ji hemû rojnamegerên jin re ew e ku em bi hev re têkoşîna birêxistinkirî mezin bikin.”
Li navçeya Keçîoren a Enqerê, jina bi navê Dîlek Ceylan ji aliyê dergustiyê xwe Îdrîs Nesîm ku dixwest ji veqete ve hat kuştin
Hejmara 37’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta “Heke em şer ne lêpirsîn nikarin xizantiyê çareser bikin” hate weşandin.
Jinên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne nameyek şandin û diyar kirin ku ew bi tecrîdek girankirî re rûbirû ne, di hevdîtinên vekirî de bi lêgerîna hundirê pêlavan re rûbirû mane û lêpirsînên disiplîn ên kêfî berdewam dikin.
Jinên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê re dan, gotin: "Tiştên Barzanî dike nayên efûkirin. Tavilê divê dev ji van tiştan berde."
Dozgerê Şûreya Dewletê di Doza Peymana Stenbolê de xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin. Dadgehê da zanîn ku dê di demên piştre de biryara xwe bi nivîskî ragihîne û danişîn bi dawî kir.
DAKAP'ê, têkildarî mobînga Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li dijî jinan daxuyanî da û li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliya mijarê kirin.
Parêzeran di danişîna Şûraya Dewletê ya derbarê dozên li dijî betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê de axivîn û diyar kirin ku ew mafên xwe yên jiyanî diparêzin û destnîşan kirin ku rayeya Serokkomar a betalkirina peymanê nîne.
Kujer Metîn Şengil li gel ku biryara dûrxistinê hebû jî Bêrîvan Alturk qetil kir û beriya doza hevberdanê jî gefa kuştinê li parêzerê Alturk xwar. Her wiha hat zanîn ku kujer Şengil di dema pêvajoya hevberdanê de gef li şandeya dadgehê jî xwariye.