Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
- jin
- 13:33 09/8/2021
Li navçeya Kumluca Alî Alataş, Gulcan Kilinç a hev berdabûn û dayika wê Gulîzar Kilinç qetil kirin.
Li navçeya Kumluca Alî Alataş, Gulcan Kilinç a hev berdabûn û dayika wê Gulîzar Kilinç qetil kirin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê, li navçeya Qoserê, guhdarî pirsgirêkên jinên karkerên çandiniyê kirin, bi wan re tevrik kirin û giya kom kirin.
Eda Nûr Kaplan a li Enqerê dijiya, ji ber ku 2 zilamên tecawîzê wê kiribûn serbest hatin berdan, întîhar kir.
Zuleyha B. a li Kadikoyê dijiya, bi awayekê bi şik ket valehiya apartmana lê dijiya û bi giranî birîndar bû.
Berdevka RJAK’ê Soma Ferhed, binçavkirina endamên me yên beşdarî bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Şengalê bûn, êrişa li dijî têkoşîna jinan e.
Kirariyên otopsiyê ya jina Êzîdî ku Serkan O. ew li navçeya Mîdyadê qetil kir temam bûn. Serkan O. yê ku sûcê xwe îtîraf kir, jina Êzidî ya qetil kir, sûcdar nîşan da.
Ji Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku sedema tahdeya mêran îqtidar e û got: "Ji bo kêmbûna tahdeyê, tişta elzem, em zimanê xwe biguherînin."
Jinên HDP’î di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” bi jinên kedkarên tûtinê yên navçeya Wêranşarê re hatin gelhev.
Parlementera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît a tevlî 2’yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bû, diyar kir ku armanca wan ew e ku li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê şoreşeke jinê bê avakirin û bi lêv kir ku bi tifaqa jinê gava ewil avêtin.
Li gorî daneyên meha tîrmehê yên Jinnewsê, 27 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetilkirin û 8 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Mewinê ku di otobusa rêwiyan de êrişa zayendî li rêwiyeke jin kir hat girtin.
TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ku Komkujiya Şengalê şermezar kirin wiha gotin: “Em berxwedan û têkoşîna jinên êzidî ku li dijî taritiya mirinê destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin.”
Li navçeya Cizîrê zaroka bi navê E.B. (17) bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Fîlmê Keçên Rojê ku derhêneriya wî Eva Husson dike û berxwedana jinên êzidî ya li dijî DAÎŞ’ê vedibêje di çarçoveya “propagandaya rêxistinê” de sûc hat hesibandin.
TJA'yê, ji bo 3'ê Tebaxê ya dîroka komkujiya li dijî êzidiyan bang kir ku 3'ê Tebaxê weke "Roja Çalkiya Dijî Qirkirin û Qirkirina Jinê" bê îlankirin.