Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
- jin
- 11:25 01/6/2021
Li navçeya Rezan, zilamekî êrişî jina bi navê Kubra E. kir. Kubra E. rapora lêdanê girt û giliya zilamê êrişkar kir.
Li navçeya Rezan, zilamekî êrişî jina bi navê Kubra E. kir. Kubra E. rapora lêdanê girt û giliya zilamê êrişkar kir.
Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê bi berga “Patriyarka jî, kapîtalîzm jî, kedê dixwin” derket.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku li Rihayê bi kedkarên jin re hevdîtin kirin, diyar kir ku jinên bi salan e li dijî pirsgirêkan têdikoşin êdî hêviyek wan ji desthilatê nemaye û ev tişt got: “Ev xaka weke welatê nan tê zanîn jin lê hewceyî nan hatine kirine.”
Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'a Mêrsînê Zeynep Benlî, diyar kir ku di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li komeleyê dane û di warê hiqûqî de alîkariya wan kirine.
Ji Rêveberiya Aboriya Jinan a Giştî Armanc Mihemed, diyar kir ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê jinan bi şoreşê re aboriya serbixwe ava kirine û ev ji cîhanê re bûye mînak.
Parêzer Pinar Çelîk Arpaci, ya ku bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya li dijî kuştinên jinan û pêkanînên du standartiya darazê, wiha got: “Ayşe Tûba cara 24’emîn çû ber deriyê edliyê serlêdan kir. Ez banga xwedî derketina dozê li raya giştî dikim.”
Parlementera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû ku di nav bernameya "Ji Xizaniya Jinê Re Na" ya Meclîsa Jinan a HDP'ê de cih digire, destnîşan kir ku sedema herî girîng a xizaniya jinê newekheviya zayenda civakî ye û got: "Heya xizaniya jinê neqede, dê têkoşîn jî neqede."
Ayşe Tuba Aslan 23 caran serî li rayedarên dewletê dabû û alîkariya parastinê xwestibû. Lê ji ber rayedaran Aslan neparast, Yalçin Ozalpay ew kuştibû. 1'emîn danişîna doza Arslan li Edliyeya Herêmê ya Enqereyê hat dîtin. Dozgerê Dadgeha Îstînafê di danişina dozê de xwest cezayê kujerê Aslan, Yalçin Ozalpay bê daxistin.
Li Sêwazê derket holê ku Fatma Oz a 40 roj in winda ye ji aliyê Bahrî M. ve hatiye kuştin. Li Kirikkaleyê jî du dayik û keça xwe ji tundiya zilam birîndar bûn.
Dayika Xezal Kilinç a ku 10 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye diyar kir ku bi wê hesretê xwîn çûye ser mêjiyê wê û felc dimîne û got: "Beriya ez bimirim dixwazim azadiya kurê xwe bibînim."
B.G. ku li Kadikoyê di aşxaneyekê de dixebitî û piştî taciz û mobbîngê ji kar hat derxistin, anî ziman ku piştevaniya rêxistinên jinan ew bi hêz kiriye.
Aktîvîsta TJA’yê Umran Batûray ji doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hat beraetkirin.
Aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarûcû, anî ziman ku kesên xwe weke endamên îstîxbaratê dane naskirin, gef lê xwarine û sîxûrtî lê ferz kirine.
Dê li Îzmîrê bi pêşengiya hin xwendekarên zanîngehê ên jin, atolyeya xweparastinê bê lidarxistin. Îzel Graca, destnîşan kir ku xweparastin bi qasî nan û avê girîng e.
Li ser têkoşîna jinan, biryara 400 zilamên li Bazara Semtê ya Jiyanê bên bi cih bibin, hat betalkirin.