Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
- jin
- 14:43 09/4/2021
Endamên Partiyên Çepgir, gotin ku ew biryarnameya pergala yek zilamî qebûl nakin û dê dev ji Peymana Stenbolê bernedin.
Endamên Partiyên Çepgir, gotin ku ew biryarnameya pergala yek zilamî qebûl nakin û dê dev ji Peymana Stenbolê bernedin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê bi rojnamevanên jin re civiya û got: “Fesixkirina Peymana Stenbolê berdewamiya darbeyên li ser destkeftiyên jinan e.”
Li Sîlîfkê, cenazeyê Berrîn Dalyaoglû Keskîn a 10 rojbûn agahî jê nedihat girtin, di pîrekê de hat dîtin.
Aktivîsta TJA’yê Siyajîn Nefîse Yildirmaz ji bo meşa li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê ya li Amedê pêk were banga tevlibûnê kir û got: “Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin.”
Di dîroka baroyan de yekem car li Baroya Mêrdînê temsîlkariya wekhev pêk hat. Ji 10 rêveberan 5 jin bûn rêveber. Rêveberên jin encama hilbijartinê wek serkeftina têkoşîna jinan nirxandin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê ku dê kampanyaya "Ji xizaniya jinê re na" li Herêma Egeyê bide destpêkirin, ê di 12-14'ê nîsanê de çareserkirina pirsgirêkan bi jinan re nîqaş bike.
Li Xarpêtê zilamê bi navê Salîh Yilmaz C., Bahar B. qetil kir.
Rêxistinên jinan ên li Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinên li Amedê dan. Jinan diyar kir ku êrîş li dijî têkoşîna jinan a wekhevî û azadiyê ye û anîn ziman ku li dijî van êrîşan serî natewînin.
Parêzera penaberên Îranî yên tevlî çalakiya li dijî feskirina Peymana Stenbolê bûn û derbarê wan de biryara der sînorkirinê hat dayîn Hayriye Bûse Bergamali, diyar kir ku ev biryar ne qanûniye û got, ew ê îtîraz bikin.
Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku hat berdan, destnîşan kir ku di şexsê wê de hevserokatî hatiye darizandin û got: "Em çavşikestî nebûn, hêviya me ya ji bo serketinê zeximtir bû."
Komeleya Jinan a Starê di 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî de rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di kongreyê de, li dijî vekişandina ji Peymana Stenbolê peyama “têkoşînê” derket pêş.
Jinên KESK’î diyar kirin ku wê li dijî tundî û zordariya zilam berxwedanê bi rêxistin bikin û xwestin jinên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
Li navçeya Yildirimê, bersûcê hewl da tecawizî F.D. bike, hat binçavkirin.
Jin wê bi dirûşmeya “Me li kolanan Peymana Stenbolê qezenc kir, em ê li kolanan biparêzin” meşeke girseyî li dar bixin.
Di civîna ku duh li Beştepeyê bi du rayedarên YE’yê re hat kirin de mayîna ser piya ya Seroka Komîsyona YE’yê Ursula von der Leyen a bi Serokê Konseya YE’yê Charles Michel re di heman statuyê de ye careke din nêrîna jinê ya Enqereyê derxist holê.