ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN
- rojane
- 09:00 20/4
Malbatên endamên HPG'ê Seyît Yûsûf Ûçûkan û Eyup Dala ku li Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest dan li Amedê şîn danîn. Gelek endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şînê kirin.
Keça girtiyê bi navê Mehmet Emîn Çam ê ku ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê Şîmel Çamê got: "Li gorî agahiyên bijîşk îro nirxê gurçika wî gelekî zêde bûye. Zêdebûna nirxan dilê bandorê li dikî dike."
Hat ragihandin ku mamostaya zimanê kurdî Sirwe Pûr Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve bi 5 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. Sirwe ji aliyê dadgeha Sineyê ve hatiye agahdarkirin ku xwe radest bike.
Dayikên Şemiyê ku di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Nurettîn Yedîgol ê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin hatin gel hev, gotin: "Îşkence ji damezrandina komarê vir bûye polîtîkaya dewletê ya li Tirkiyeyê ye. Têkoşîna me ya ji bo windayan wê bidome."
Di çalakiya xizmên windayan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê de çîrokên Cemal Kavak, Îzzet Seven û Kadîr Keremoglû yên di bin çavan de hatin windakirin hatin xwendin û li aqûbeta wan hat pirsîn.
Li Kampa Holê di roja duyan a operasyona ewlehiyê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin.
Îhaleya Sûka Genim a ku ji aliyê qeyûmê ve hat çêkirin û tenê teklîfek hat girtin, bi doza ku hevşaredara ji wezîfeyê hat girtin Gulistan Sonukê hat betalkirin.
Koçerên ku di nava şert û mercên dijwar de têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin, rêwîtiya wan a ber bi Qerejdaxa berdar ve dest pê kir.
Li wargeha Mexmûrê çalakvanên ku 640 roj in di çalakiyê de ne diyar kirin ku dewlet divê ji bo gelê kurd dilsoz be û gotin: "Aktorê sereke yê vê pêvajoyê Rêbertî ye. Ji ber wê divê ku pergala Îmraliyê bi temamî bê hilweşandin û Rêber Apo azad bibe."
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê tên girtin, bi mehan e bi hinceta ku lêgerîna nava dev qebûl nakin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û berdana gelekan ji wan jî bi hincetên kêfî hat taloqkirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku xeteriya tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder didome.
Girtiyên Doza Kobanê peyam ji Sirri Sureyya Onder re şandin û gotin: "Baweriya me ew e ku hûn ê zûtirîn demê de pêvajoyê bigihînin encamê û di demeke kurt de baş bibin."
Platforma Azadî ji Parastinê re bertek nîşanî girtina Selçûk Kozagaçli da û got: “Hûn dixwazin gefan li her kesên bi tehliyeyê re keyfxweş bûn û hêviya wan geş bûye bixwin lê em li vir in.”