Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
- rojane
- 08:46 16/4
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku emeliyeta Sirri Sureyya Onder hêj berdewam dike.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku emeliyeta Sirri Sureyya Onder hêj berdewam dike.
Dema ku Sirri Sureyya Onder di saet 23.00an de dest bi emeliyatê kir, hat ragihandin ku dilê wê dest bi lêdanê kiriye, lê ne di asta tê xwestin de ye.
Dema rewşa endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas kir, krîtîk e, gelek kes li ber nexweşxaneyê li hev civiyan.
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, wezîr, rêveberên partiyan, siyasetmedaran, rojnamegeran û gelek kesan xwestin ku rewşa wî ya lezgîn baş bibe.
Wezareta Tenduristiyê ku ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas kir daxuyanî da û got, "Tedawiya wî dewam dike."
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas kir rakirin emeliyatê.
Şaxa ÎHD’a Stenbolê pere ji endama xwe Hatîce Onaran re şand ku ji ber pere ji girtiyan re şandibû hatiye girtin û xwest were berdan.
Li gorî daneyên meha Nîsanê yên BES-AR’ê, sînorê xizaniyê bû 83 hezar û 434 lîre û sînorê birçîtiyê jî bû 34 hezar û 200 lîre.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezareta Dadê re de dê gelek mijar bên nîqaşkirin.
AYM’ê, ji bo Selçûk Borlukan ê di sala 2005’ê di encama teqîna muhimata leşkerî de bi giranî birîndar bûbû biryara binpêkirina mafê jiyanê da û xwest jê re 200 hezar TL tazmînat were dayin.
DEM Partiyê ji rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re giştînameya 1’ê Gulanê ya “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk” şand û got: “Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê li qadan bin.”
Merasîma sersaxiyê ya ji bo Abdurrahîm Erzen ê ji HPG'ê li Mala Sersaxiyê ya Cûdiyê ya li Cizîrê hat avakirin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan malbat ji mala sersaxiyê derxistin û gotin, ‘Talîmat heye’.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di pêvajoya pêş de Pergala Rêya Hesinî ya Sivik, Navenda Zanistê ya El Cizîrî, Febrîqeya Nan a Gel û projeyên Sporparkê bixe meriyetê.
Renée Le Mignot, diyar kir ku divê pêşeroja Sûriyeyê radestî dîktatoriya Îslama tundrew neyê kirin û got: “Modela Rojava ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn mînakeke bêhempa ye.”
Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Hevseroka Daîreya Karên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed re hevdîtin kir.