Temellî: Hemû dinya dibêje kurd lê Tirkiye kurdan înkar dike
- polîtîka
- 15:10 01/11/2019
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Kurd teşeyê didin siyaseta dinyayê ya îro. Dinya hemû hîn bû ne li dijî kurdan bi kurdan re siyaset tê kirin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Kurd teşeyê didin siyaseta dinyayê ya îro. Dinya hemû hîn bû ne li dijî kurdan bi kurdan re siyaset tê kirin.”
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di 3’ê Mijdarê de 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Hevberdevka Komîsyona Kongreyê Arîfe Çinar banga beşdariya kongreyê kir.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temelî, ji bo 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê ev tişt got: "Li hemberî tarîtiyê remza ranahiya mirovahiyê û hezkirina azadiyê ya gelê kurd e. Kobanê, di sedsala 21'emîn de cih jiyana bi rûmet e ku ji mirovahiyê re hatiye bexşandin."
Parlamenterê Stenbolê Mustafa Yeneroglu yê ji AKP'ê îstîfa kir, xîtabî Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Mahir Unal kir û got: “Ji xwe pirsgirêka me ya mezin ma ne înkar e? Her kes tişta lê tê dikin."
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji bo pêşnûmeya danekirinê neçe Senatoyê lobî ketine dewrê û got: “Pêl ewqas mezine kes nikare li hember bisekine. Heke êrîş li dijî Kobanê pêk were pêl bi pêl dê mezin bibe û wê Erdogan di bin de bimîne.”
Meclîsa Nûnertiyê ya DYA biryar girt ku Tirkiye li hemberî Ermeniyan komkujî kiriye û û li ser Tirkiyeyê biryara danekirinan da. Serokomar Tayyip Erdogan biryara Meclisa Nunertiyê ya DYA rexne kir û wiha xwe parast: "Tu qîmetê vê yekê tune ye. Yên vê tehcirê wekî komkujî pênase dikin, ji xwe re li sucdaran digerin."
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Cizîrê da û diyar kir ku wê 29'ê Cotmehê weke darbeya qeyûm bê bîranîn
MYK'a HDP'ê daxuyanî da û diyar kir ku îtîfaqa AKP-MHP'ê bi taybet li Tirkiye û bi giştî li Rojhilata Navîn li sînorê têkçûnek mezin e. MYK'a HDP'ê bal kişand ser tayînkirina Qeyûm a Şaredariya Cizîrê ya di 29'ê Cotmehê de û wiha got: “Ev ne karê hiqûqa îdarî ye. Ev rêbaza bîrdozi û teknîka îktîdarê ye."
Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn diyar kir ku piştî kuştina Bagdadî dê pêwendiyên Tirkiyê û DAIŞ’ê bi belgeyan derkevin holê û tekane rêya li pêşiya kurdan ku 100 sal in ji bo azadiyê têdikoşin “yekîtî” ye.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, bi minasebeta salvegera damezirandina Komarê peyam weşandin û gotin: “Di 96’emîn salvegera avakirina Komarê de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kirin. Heta niha vîna 4 milyonan tune hat hesibandin û 19 şaredarî hat xezpkirin. Ev nîşanî me dide ku çiqas pêwîstî bi demokratikbûna komarê heye."
HAK-PAR'ê kongreya xwe ya mezin li dar xist û ji bo serokatiya giştî Latîf Epozdemîr hat hilbijartin.
Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, aciziya wan a ji ber paya YPG'ê ya di operasyona kuştina Lîderê DAIŞ'ê Ebûbekîr Bagdadî de anî ziman
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, diyar kir ku ew ê 5’emîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî di 30’ê Midarê de li dar bixin û got: “AKP bi dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hemû kurdan şer da dest pê kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî Şaredariya Îdirê ziyaret kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, tev li Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Qersê bû û diyar kir ku çareseriya li Sûriyeyê di aştiya bi Kurdan re derbas dibe û wiha got: "Li sînorê me yê Sûriyeyê koorîdora tororê tune ye. Îktîdara ku dixwaze li ser sînorê me yê Sûriyeyê bi Kurdan re dijminantiyê ava bike heye. Bi salan e me ev got. Lê niha êdî hemû cihan jî vê yekê dibêje. Îro hikûmet emrê xwe bi tecrîd, şer û tunekirina hiquqê dirêj dike. Tecrîda li ÎMraliyê li ser hemû Tirkiyeyê ye."