Temellî: Rêya têkbirina bloka faşîst di têkoşîna hevpa re derbas dibe
- polîtîka
- 16:46 16/6/2019
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê bi parêzeran re civîya, diyar kir ku tevî hemû kêmasiyan jî wan di 24’ê hezîran û di 31’ê adarê de karekî baş kirin. Temellî, anî ziman ku desthilatdariya heyî bi bloka faşîst li ser pêyan dimîne û got: "Rêya têkbirina bloka faşîst, di têkoşîna hevpar re derbas dibe."