Pervîn Buldan: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
- polîtîka
- 14:35 30/11/2019
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di 5'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê de diyar kir ku ji bo kesek jiyana xwe ji dest nede û dayik negirin aştî hewce ye û got: "Ji bo vegera pêvajoya çareseriyê divê tecrîda li dijî birêz Ocalan bê rakirin. Em ji bo azadiya Tirkiyeyê amadene ku alîkariyê bikin."
