Temellî: Îdir duh û îro ya me bû û sibê jî ya me ye
- polîtîka
- 16:56 03/3/2019
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Îdirê axivî û got: "Li Îdirê li dijî me îtîfaq hatiye avakirin. Îdir duh jî ya me bû û îro jî ya me ye û sibê jî ya me ye."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Îdirê axivî û got: "Li Îdirê li dijî me îtîfaq hatiye avakirin. Îdir duh jî ya me bû û îro jî ya me ye û sibê jî ya me ye."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Qilebanê axivî û diyar kir ku îtîfaqa kurdan a hat avakirin kes nikare xera bike û wiha bersiva Erdogan da: "Ne hedê we ye hûn me ji vî welatî derxin."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li Tozan bi gel re hatin gelhev û bersiva da gotinên Erdogan ên “Welat terk bikin.” Temellî, diyar kir ku ev ketine nava panîkê û got: “Êdî fêm kirin ku dê winda bikin. Ji ber vê dibêjin welat terk bikn. Ma tu kiyî û bera kî didî. Ev der welatê me ye.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Qers di warê dîrokî û çandî de bajarekî dewlemend e, lê mixabin niha bi herî, kort û çopê tê bilêvkirin. Temellî, anî ziman ku ew dixwazin Qersê veguherînin bajarekî mînak.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li navçeya Golê ya Erdexanê xîtabi gel kir û berê rexneyan da Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan. Temellî, bal kişand ser gotinên Erdogan ên temenê 65 saliye û wiha got: "Te temenê 65 saliyê bibîr xist baş bû. Madem mirov di 65 salî de dikevin ber dest û lingan, temenê te jî 65 e. Emrê te yê teqawîtiyê hatiye."
Hatîp Dîcle, bal kişand ser "Darbeya 2'yê Adara 1994'an" û got: "Heman feraset niha jî di meriyetê de ye. Niha Çîller li gel hikûmetê ye. Di navbera AKP û MHP'ê de îtifaqeke kûr heye. Feraseta Mehmet agaran di meriyetê de ye. feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn."
Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mezin a Manîsayê Nacî Sonmez, diyar kir ku ew dixwazin di nav gelê bajêr de ruhê Fatsayê ava bikin û got: "Ev ruh, ji bo pêşerojê vîzyonek e." Namzet Hatîce Aslan jî, destnîşan kir ku hedefa wan a sereke li dor fikrê HDP'ê jiyaneke nû ava bikin.
Hevseroka Giştî ya Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldtan, têkildarî salvegera Mutabakata Dolmabahçe daxuyanî da. Buldan, diyar kir ku mutabakata Dolmabahçe hêz û heviyek mezin dabû gelan û wiha got: “Taliya talî ev welat, ev civak, ev dewlet û ev parlemento wê li naveroka mulakata Dolmabahçe vegere.
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku ji ber ku tifaqa AKP-MHP’ê dijminê Kurdane, li hemberî daxwazên rakirina tecrîdê bedeng dimînin û ji bo hilbijartina nêz dibe jî wiha got: “Stratejiya me ya rojava AKP ji eyar derxistiye. Dê nekarin bajarên Kurdan û Îzmîrê ji Enqerê bi rêve bibin.”
Tê gotin wê Ahmet Davûtoglû partiyekê ava bike. Parlementerê CHP'ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, ev îdia nirxand û diyar kir ku dibe ku amadekariyên ji bo hilbijartina serokomartiyê be. Şener got: "Niha AKP û Erdoganek ku rêveberiyeke antîdemokratîk ava kirine hene. Û hîn j xurt in. Niha li hemberî vê hin liv û tevgerîn hene. Lê nizanim wê li hemberî vê çi qasî karibin li ber xwe bidin."
Namzetê Partiya Saadetê yê Semsûrê Ahmet Farûk Unsal, destnîşan kir ku wê gelê bajêr di vê hilbijartinê de hesabê xiyalşikestina 15 salan ji AKP'ê bipirse. Her wiha Unsal, ji bo piştgiriya HDP û CHP'ê jî got, ev ji bo pêşerojê cihê hêviyeke mezin e.
Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku ew ê li Herêma Egeyê li hin bajaran bi namzetên xwe têkevin hilbijartinê li hin herêman jî piştgiriyê bidin hêzên demorasiyê. Çepnî, destnîşan kir ku taktîka sereke ya partiya wan xwe dispêre paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê.
Qunciknivîsê Rojnameya e-rojname Ercan Sezgîn, di quncikê xwe yê îro de bal kişand ser neavakirina Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û diyar kir ku ji ber ku aloziya di navbera PDK û YNK’ê berdewam e hikumet nehatiye avakirin.
Wekîlê Serokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, pirsgirêkên bingehîn ên welat û tifaqên hatine çêkirin nirxandin û destnîşan kir ku îktîdara heyî tenê dijminan çêkirin û berberîbûnê dixe nav civakê. Hevserokê Giştî ya Malên Gel Nûrî Gunay jî, bilêv kir ku yekîtiyên hêzê yên tenê li ser sindoqan hûr bûne wê tiştekî li gelên Tirkiyeyê zêde nekin.
Heyetek Hevberdevkê HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Sedat Şenoglu di nav de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ziyaret kirin. Piştî serdanê Koçyigît axivî û got: "Em li cem Leyla Guven bisekinin û dengê wê bilind bikin."