DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
- polîtîka
- 19:18 24/3/2024
DEM Partiyiyên ku li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, banga “Bi hişmendiya ku hûn dikarin vê pergalê biguherînin dengê xwe bikar bînin” kirin.
DEM Partiyiyên ku li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, banga “Bi hişmendiya ku hûn dikarin vê pergalê biguherînin dengê xwe bikar bînin” kirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitînga hilbjartinê ya li navçeya Cîhanbeyliyê de axivî û got ku dê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan.
Ji Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a DEM Partiyê Mehmet Saltogû da zanîn ku dê qeydên hilbijêrên bitevger di 27'ê adarê de bi dawî bibin û wiha got: “Divê em ji xwe ji nêrîna bi dengekî tiştek naguhere derkevin. Ew deng dê gelek tiştan biguherîne."
Namzetên Hevşaredariyê yên Hezo yên DEM Partiyê diyar kirin ku ji bo jiholêrakirina texrîbata 10 salan a AKP'ê proje amade kirine û gotin ku ew ê navçeyê bi gel re bi rê ve bibin.
DEM Partiyê tevî nîv metreya berfê ya li Elkê bariyayî jî xebatên xwe yên hilbijartinê domand.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di pîrozbahiya Newrozê ya Mûşê de axivî. Bayindir, diyar kir ku gelê kurd ji bo azadiya xwe qadên Newrozê dadigire û wiha domand: “Em ê tevî we hem Mûşê hem jî navçeyên wê bi mohra DEM Partiyê bixemilînin.”
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Dîgorê ku dixwazin şaredariyê bi ferqekî mezin ji qeyûm rizgar bikin, gotin ku ew ê şaredarvaniya zelal û gelparêz esas bigirin.
Namzetên hevşaredariya bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê ji bo standina şaredariya ku du serdemin ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, lez dan xebatên xwe. Namzetan, diyar kirin ku ji bo bajarokê ji qeyûm xelas bikin banga hevgirtina li dora DEM Partiyê li gel kirin.
Şêniyên taxên navçeya Akdenîzê ku piraniya wan kurd in, diyar kirin ku şaredariya AKP’ê tu xizmetê ji bo wan nake û dê dengê xwe bidin DEM Partiyê.
Siyasetmedara kurd Leyla Zana di hevdîtina bi gel re ya li navçeya Sûrê de ji gel xwest ku xwedî li partiya xwe ya bi keda xwe ava kirine derkevin.
Li Îdira ku gel bi hev re dijîn beşeke mezin a welatiyan di hilbijartinan de piştgiriya DEM Partiyê dikin. Welatiyên ku me mîkrofon dirêjî wan kirin, wiha gotin: “Ji dizan re deng nîne. Dengê me ji me re ye.”
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê kolan bi kolan bi gel re hevdîtin kirin û xebatên xwe meşandin. Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal got ku dê piştî hilbijartin dawî li talan, bertîl, dizî û nelirêtiyan bînin.
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak di Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku armanca ew nîne ku bi kesekî bidin qezenckirin an jî windakirin û ev tişt anî ziman: “Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin.”
Li Gel a ku tevî di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de HDP’ê bi ferqa 843 dengan şaredarî bi dest xist jî qeyûm hate tayînkirin, di 8 mehên dawî de hezar û 214 hilbijêrên ku ji leşker û polîsan pêk tên lê hatin veguhestin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bahar Karakaş Ûlûg û Mehmet Zulkuf Polat peyam dan ku dê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin.
DEM Partî li Amed û navçeyên wê bi tevlibûna hezar û 500 xebataran di nava rojekê de çû serdana 75 hezar malan.