Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
- polîtîka
- 17:40 16/3/2024
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê bajar bi bajar, kolan bi kolan dimeşînin. Gel ji namzetên hevşaredariyê çareserkirina pirsgirêkên xwe xwest.
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê bajar bi bajar, kolan bi kolan dimeşînin. Gel ji namzetên hevşaredariyê çareserkirina pirsgirêkên xwe xwest.
AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de şaredariyên Payîzava û Westanê bi hilbijêrên veguhestî xesp kiribû. DEM Partî di her du navçeyan de bandora xwe zêde dike û namzetên hevşaredariyê jî anîn ziman ku armanca wan pêşxistina çareseriyên mayînde û bingehîn e.
DEM Partî ku li bajar, navçe û bajarokan lez da xebatên hilbijartinê, kuçe bi kuçe, mal bi mal digerin û doza piştgiriyê dikin.
Parlamenterên DEM Partiyê gotina Parlamenterê AKP’î yê Amedê Galîp Ensarîoglu ya “Hûn di rê de bibînin, nikarin nas bikin” bersivandin: “Yê ku xwe nas neke, dê wekîlê gel jî nas neke.”
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê ku polîtîkayên desthilatê yên li dijî Îdirê weke “çetebûn” bi nav dikin, anîn ziman ku di hilbijartinên herêmî de dê bajarî radestî xwediyên wê bikin.
Li navçeya Xelatê ji ber ku partiyên cuda bi namzetên xwe dê têkevin hilbijartinê, karê AKP'ê gelekî zehmet bûye. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ku nêzî serkeftinê ne, gotin: "Em ê 31'ê Adarê bi serketinê biqedînin."
Yek ji cihên ku DEM Partî di hilbijartinên şaredariyan de bi xwe bawer jî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ye. Li Serêkaniyê bi sedan ciwan hatin ba hev û şahiyek li dar xist.
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajaroka Gûndikê Melê ya Şirnexê Gulsun Atak û Ferît Artûç diyar kirin ku piştî serketina di hilbijartinan de ew ê gelek projeyan pêk bînin.
Namzetên Hevşaredariyê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî li her tax û kolanekê bi coş tên pêşwazîkirin. Namzetan anîn ziman ku ew ê herî kêm bi ferqa 10 hezar dengan şaredariyê bi dest bixin û diyar kirin ku li dijî pirsgirêkên navçeyê projeyên wan ên çareseriyê amade ne.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di hevdîtinên bi gel re yên li Payîzava û Westanê de axivî û wiha got: “Dê gelê me di 31’ê Adarê de bersiva derewker û talankeran bide. Dê bi vê bersiva xwe bibêje; ‘hûn îradeya me xesp bikin jî em li vir in.’”
DEM Partiyê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê domand. Dayikên di Nobeta Edaletê yên Mêrdînê jî pêşmalkên bi nivîsa “tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û çûn serdana esnafan.
Fezlekeyên ji bo rakirina parêzbendiyên 5 parlamenterên DEM Partî û TÎP’ê hatine amadekirin ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin.
Namzetên Hevşaredariya Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî destnîşan kirin ku ew ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin û wiha gotin: “Em ê di şeva 31’ê Adarê de qeyûman bişînin."
Hevberdevkê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Mehmet Ûçar diyar kir ku ew li ser 110 navendan hût bûne û destnîşan kir ku qeyda dengdêrên livdar wê heta 27'ê adarê dewam bike. Ûçar bang li hilbijêrên ku hêj qeyda xwe çênekirine kir û got: "Dê dengek hîleyan xera bike."
Hevserokên Giştî yê DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir li Êlihê tev li xebatên hilbijartinê bûn û bang li gel kirin ku piştgiriyê bidin namzetên bajar ên bi ruhê seferberiyê kolan bi kolan dixebitin.