MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çarçoveya banga Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” de bi Suryanan re civiya û got: “Felsefeya birêz Ocalan, pêkvejiyanê û modêla wekhevî, azadî, îdarî û siyasî pêşkeşî me dike.”
Hevdîtinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bi gelan re ku di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tên lidarxistin, didomin. Di vê çarçoveyê de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi gelê Suryanan re hevdîtin hate kirin. Hevdîtin, li avahiya Federasyona Komeleyên Suryan (SUDEF) hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, wekîlên DEM Partiyê û hevşaredar tev li bûn.
Serokê SUDEF’ê Evgîl Turker ji ewil bi Suryankî axivî. Piştre jî ji bo kesên di Komkujiya Seyfo de hatin qetilkirin û kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got ku ew bi rojeveke girîng hatine gel hev. Bayindir, got: “Mîna di her 15’ê Hezîranê de em careke din kesên di Komkujiya Seyfoyê de hatine qetilkirin bi bîr tînin.”
Bayindir, anî ziman ku ew “Hevdîtinên aştî û civaka demokratîk” dikin û wiha domand: “Ji bo me tiştekî gelek bi qîmete ku em bi yek ji gelê herî qedîm ê vê xakê bi gelê Suryan re hevdîtinê dikin. Li ser vê xakê gelek êş hatin kişandin. Qirkirinên weke Seyfo û Ermenan li ser vê xakê hatin kirin. Tekane sedema vê jî feraseta yekziman, yeknetewe bû ku roleke sereke lîst.”
'JI BO GELAN RÊYEKE XELASIYÊ YE’
Bi domdarî Bayindir bi lêv kir ku niha derfeta guherandina vê rewşê heye û got ku ev yek bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Bayindir, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan zêdetirî 50 sal in her tim îdiaya xwe ya rêbertiya gel û zimanan didomîne û wiha pê de çû: “Fikrên birêz Ocalan û veguherîna wan a pergalê, di qiyameta Rojhilata Navîn de yek ji rêyeke xelasiyê ya gelên Kurd, Suryan, Ermen û hemû gelên din e.”
'OCALAN MODÊLA PÊKVEJIYANÊ PÊŞKEŞ DIKE’
Bayindir, bal kişand ser girîngiya banga Abdullah Ocalan û got ku hemû dinya piştgiriyê didin. Bayindir, daxuyand ku bi bangê re hatiye nîşandan ka divê jiyan çawa be û got hewceye gel berpirsyartiya xwe bicih bînin. Bayindir, bal kişand ser şerê Îsraîl û Filistînê û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo hemû pirsgirêkên cîhanê çareserî diyar in. Bêhtir dewlet bêhtir pevçûn û tundî ye. Lêbelê felsefeya birêz Ocalan, pêkvejiyanê û modêla wekhevî, azadî, îdarî û siyasî pêşkeş dike. Em xwedî wê hêzê ne ku vê perspektîfê li her devera Rojhilata Navîn bicih bînin. Em dibînin ku tiştê her yek ji me dikare bike hene. Em piştgiriyê ji gelê Suryan daxwaza dikin.”
Bername, bi axaftina Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu domiya. Piştre jî hevdîtin ji çapemeniyê re girtî domiya.