NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul diyar kir ku tevî Fransa û Ingilistanê teklîfa muzakereyên der heqê bernameya nukleerê li Îranê kirine û got: “Divê pevçûnên leşkerî bi dawî bibin.”
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, diyar kir ku tevî Fransa û Ingilistanê teklîfeke hevpar a muzakereyên lezgîn ên têkildarî bernameya nukleerê li Îranê kirine. Wadephul, ji televîzyona ARD’ê re axivî û wiha bal kişand ser bernameya nukleerê ya Îranê: “Weke Almanya, Fransa û Ingilistanê em amade ne. Em tavilê teklîfa muzakereyên têkildarî bernameya nukleerê li Îranê dikin.”
Wadephul, got ku ew hêvî dikin ev teklîfa wan were qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Ji bo ev pevçûn bi awayekî aştiyane were çareserkirin, ji bo dewleta Îranê ji bo herêmê, Îsraîl û Ewropayê nebe gef, pêşşertekî girîng e. Armanca Îsraîlê ewe ku rêveberiya li Îranê biguherîne. Meseleya esasî ew e ku pêşiya çekên nukleerî were girtin ku dê ji bo Îsraîl û Almanyayê gef be. Îranê, di demekî zû de ev firsenda muzakereyê ji dest da. Em dixwazin pevçûn bi dawî bibin.”